Rojnamegeran xêrhatina Îrfan Degirmencî ê hat dûrxistin kirin 2017-02-12 15:25:06 STENBOL - Rojnamegeran piştgirî da xebatkarê Kanal D û rojnameger Îrfan Degirmencî yê biryara xwe ya "Na" aşkere kir û ji kar hat dûrxistin. Rojnamegeran got "Tu bi xêr hat nava me Îrfan" û xêrhatina wî kirin. Rojnameger û pêşkêşvanê Kanal D, Îrfan Degirmencî, ji ber fikra xwe ya referandumê ya "Na" aşkere kir, ji kar hat dûrxistin. Rojnameger û hempîşeyên Îrfan Degîrmencî piştgirî dan Îrfan. POLAT: HER ROJNAMEGEREK HILBIJÊREK E Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, bal kişand ser helwesta Koma Doganê ya li hemberî Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Fatih Çekirge ku gotibû "Ere" û rewşa Îrfan Degîrmencî ku got "Na" û wiha got: “Di encamê de her rojnamegerek hilbijêrek e. Her hilbijêrek jî fikrek "'Erê' û 'Na' heye. Di broşura partiya îktîdarê de bêyî navê Erdogan derbas bikin têra xwe wêneyên Erdogan bikar anîne. Ji bo Erdogan bikin serokdewlet çi ji destê wan tê dikin. Niha rêgeza rojnamegeriyê tenê li dijî yên dibêjin "Na" wekî şûr bikar bînin ne rast e." GUÇ: GOTINA 'NA' jÎ QEDEXE KIRINE Nûnerê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) ê Stenbolê Ugur Guç jî bertek nîşanî dûrxistina Degîrmencî da û wiha got: "Fatih Çekirge dibêje 'Erê' pirsgirêk tune. Lê Îrfan Degirmencî dibêje 'Na' ji kar dê dûrxistin. Îktîdar ev welat ji bo rojnamegeran kiriye zindan û qada betaliyê. Degirmencî rojnamegerekî ku her tim li pey gotinê xwe û li pey rastiyê ye. Mixabin ji îro û şûnde Îrfan jî betalî nas kir. Em ji hevalê xwe re dibêjin derbasî be. Mixabin li vî welatî gotina "Na" hatiye qedexekirin. GUVEN: TU BI XÊR HAT NAVA ME Rojnameger Banu Guven a demekê di NTV de pêşkêşvanî dikir û hat dûrxistin jî anî ziman ku ew bi vê rewşê pir şaş nebûye û wiha got: "Ez beri her tiştî dibêjim derbasî be. Em li hemberî vê şekê şaş man? Na! Em dibînin ku roj bi roj medyayê dixin kontrola xwe û ji bingeha wê dûr dixin. Ev nîşan dide li Tirkiye medya di bin zextên mezin de ye. Em ji bo hevalê xwe Îrfan jî dibêjin tu bi xêr hatiye nava me. Gelek şopdarên Îrfan ên saxlem hene. Ji niha û şûnde jî me dê şopdariya wî berdewam bikin. Ez bawer dikim ku Koma Dogan Medya jî ji rewşa xwe qet ne kêfxweş e."