'Na'yek dê biguherîne! 2017-02-13 09:02:32 MÊRSÎN - Ji Zanîneha Mêrsînê Prof. Dr Atîlla Guney got ku ew ê ji bo akademî û fikrên azad dengê "Na" bi kar bîne. Prof. Dr. Mustafa Şener ê hat îxraçkirin jî dê bi slogana "Dê 'Na'yek biguherîne", tercîha xwe bike. Ji Zanîngeha Mêrsînê Prof. Dr. Mustafa Şener ê ji ber belavoka aştiyê îmze kiriye hate îxraçkirin û Prof. Dr. Atîlla Guney ê hê li ser karê xwe ye, bi OHAL û KHK'ê ve tiştên ku li zanîngehan tê xwestin bê kirin û referandûma Qanûna Bingehîn nirxandin. Guney anî ziman ku zanîngeh tenê qadên afirandina agahiyan nîne û fikrên ku rewabûna îxtidarê jî li vir tên afirandin. Guney wiha got: "Zanîngeh qadên ku jibilî afirandina agahiyan rewşenbîrên civakê jî tên afirandin e. Divê rewşenbîran ku bi du beşan bigirin dest. Rewşenbîrên ku agahiyên civakê pêş ve dibe diafirînin hene yek jî îdeolog hene. Îdeologên ku rewabûna îxtidarê diparêzin hene. Ji ber vê yekê jî di pêvajoyên wisa de hedefe herî mezin a îxtidaran zanîngeh in. Sedema esasî ya hedefgirtina Mulkiyeyê ev e ku zanîngeha ku bi komarê re bû yek e. Pêvajoya ku piştî 15'ê tîrmehê dest pê kiriye û didome hesab xwestina ji komarê ye. Mulkiye yek ji semboya komarê ye. Em dikarin bibêjin ku tunekirina akademîsyenên ku li cihanê navê wan heye ye." 'NIYETA MIN A ÇÛYÎNÊ NÎNE' Guney anî ziman ku li Enqereyê biryara akademîsyenan a neterikandina odeyên xwe berxwedanekî di cih de ye, zanîngeh cihên ku bi rehetî hatine qezençkirin nînin. Guney diyar kir ku 20 salin li zanîngehê ye û dema ku nû ketiye zanîngehê bi îdiaya "cudaxwaz e" ligel ku ezmûn qezenc kiriye jî ew negirtine û bi biryara dadagehê vegeriyaye zanîngehê, di nava 20 salan de dibîne ku tiştek neguherî ye. Guney wiha got: "Wê demê ez asîstan bûm niha progesor im. Lê li welat tiştek neguherî. Ez bi keda xwe heta vir hatiye. Heta min bavêjin jî ez naçim. Heta min îxrac bikin jî ez wiba bi rehetî ji vir naçim. Niyetekî min ê wisa nîne." 'YÊN KU DIBÊJIN ERÊ DIKARIN SERÎ LI RIYÊN NEREWA BIDIN' Gunay got ku ew wekî serokdewletî yan jî nîvserokdewletiyê yi guhertina qanûna bingehîn nanêre û wiha axivî: "Di vî pêvajoyê de em îxtidara AKP'ê ya ku li pêşberî me wekî partiyekî siyasî heye dikarin pênase bikin heye. dixwaze cihê xwe saxlem bike. li ser çîna civakî ya nû ya nû ya ku li Tirkiyeyê derketiye holê dixwazin siyasetê bidin rûniştandin. Ji ber vê yekê jî ez dibêjim ji bo 'Erê' derkeve çi ji destên wan bê dê bikin. Ger ku bi awayekî wekhev progandaya 'Erê' û 'Na' bê kirin îhtimala derketina na pir zêde ye. 10 salên dawî yê AKP'ê ewqas qirêj e ku ger ku 'Na' derkeve piştre dê hilbijartinên pêşwext dê bê rojevê ji ber vê tirsê jî ji bo 'Na' dernekeve partiya îxtidarê dê serê li hemû riyan bide. Ji ber vê yekê jî ez dibêjim dê 'Erê' derkeve. Lê ev ê nebe 'Erê'yekî rewa." Guney destnîşan kir ku jibilî HDP'ê yên ku dibêjin "'Na" dê argumanên kesên dibêjin "Erê" wek hev be , herdu kampanya jî dê li ser kurdan bê meşandin û ew ê ji bo akademî û fikrên azad dengê "Na" bi kar bîne. 'KHK JI BO REFERANDÛMÊ AMADEKARÎ YE' Prof. Dr. Mustafa Şener jî diyar kir ku bi KHK'an ve Tê xwestin OHAL bê rewakirin û akademîsyenên ku hatine hedefgirtin bêhtir li Fakulteya Siyasalê û Kampusa Cebeciyê ye ne ev jî nîşan dide ku tê xwestin deriyên fakulteyên xwedî kevneşopiyekî demokratîk in bê girtin. Şener destnîşan kir ku bi KHK'an ve tê xwestin darbe li sîstema perwerdehiyê jî bidin û ev yek beriya referandûmê amadekariyek e. Şener got ku qanûna bingehîn a welat jî di şertên OHAL'ê de tê guhertin. Şener got ku piştî hate îxraçkirin çûye Almanya û Fransayê û wiha axivî: "Mirov ji wir bi fikar Tirkiyeyê dişopînin. Hem tirkiyeyiyên wê derê hem jî ewropî bi fikar dişopînin. Mirovên li wir ji yên Tirkiyeyê dijîn bêhtir bi fikar in." Şener da zanîn ku di şertên ku kêm demokrasî hebe de jî ger ku referandûm bê kirin ne pêkan e "Erê" derkeve û wiha got: "Tu kes di warê paketa guhertina qanûna bingehîn de qanî nebûye. Derûdorên nêzî îxtidarê jî qanî nebûne. Em dibînen sekn û gotinên eniya 'Na' xurt e. Ji ber ku îxtidar vê yekê dibîne û dizane ger 'Erê' dernekeve nikare îxtidara xwe bidomîne. Îxtidara siyasî xetimî ye, ji bo vê yekê jî dê hewl bide 'Erê' derxîne. Dê serî li riyên nerewa bide. Lê ligel vê yekê jî derketina dengên 'Na' ewqas xurt eku ji niha ve nîqaşa gelo dê referandum bê kirin an nikare bê kirin dikin." Şener got ku ew ê jî dengê "Na" bi kar bîne dê slogana "Dê 'Na'yek biguherîne" bi kar bîne.