Perçeyê kaxizê delîl nişan da û cezayê muebetê xwest 2017-02-13 09:03:26 MÊRSÎN - Dozger der barê zaroke 17 salî E.Î. de kaxiza vala ku polîsan di bin çavan de wekî delîl nîşan dabû, kir sedema sûc. Dozger cezayê muebetê û 42 sal cezayê girtîgehê xwest. Di 30'ê Cotmeha 2016'an de li navçeya Akdenizê ya Mêrsînê, ji bo piştgiriya "Rêveberiya Cewherî daxuyanî hat dayîn. Piştî daxuyaniyê polisan di 2'ê Mijdarê de zarokê 17 salî E.Î. binçav kirin û di 4'ê Mijdarê de sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê der barê zarokê 17 salî E.İ. de biryara girtinê da û ew şand girtîgeha Mêrsînê. Dozger Kadriye Yenitepe der barê E.Î. de îdîaname amade kir û pêşkêşî 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê kir. Heyeta dadgehê îdîaname qebûl kir. Dozger bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê", "Propagandas rêxistinê kiriye" "Beşdarî civînên dijzagonî bûye", "Maddeyên teqemeniyê bê destûr li ser xwe geriyandiye" û "Yekîtî û tevahiya dewletê tehdît kiriye" cezayê muebeta giran û ji 20 salan heta 42 salan cezayê girtîgehê xwest. Dozger der barê E.İ. de kaxiza vala ku ji aliyê polîsan hatibû îmzekirin delîl nîşan da. Dîsa îfadeya zarokekî ku navê wî nehatiye diyarkirin wekî delîl hat nişandan. Dîsa hestê li malê hatiye dîtin û perçeyek kaxiza ku li kolanê hatiye dîtin wekî delîla sûc hat nîşandan. Dozger di îdîanameya wêneyê Endamê YPG'ê Şiwan Akbaş ê ku di malperê de hatiye parvekirin jî weki delîl nîşan da. Parêzerê E.Î. Ozgur Çaglar, diyar kir ku muwekilê wî bi perçeyê kaxiza vala tê tawanbarhkirin û wiha got: "Îdianameya ku hatiye amadekirin ji îdîanameyek din hatiye kopîkirin û zeliqandin. Bi hezaran îdîanameyên weki wê hene. Tu delîlên şênber tune ye. Li gel ku zarok e cezayê muebetê dixwazin. Darizandina bi cezayê muebetê nayê qebûlkirin" Rûniştina doza E.Î. dê di 14'ê Adarê de bê dîtin.