Ji Erdogan şîroveya azadiya çapemeniyê: Cihê ku sînorê min dest pê bike dê biqede 2016-11-22 11:53:56 ENQERE- Serokomar Tayyîp Erdogan têkîldarî azadiya çapemeniyê şîroveya "Ma rojnameger xwedî azadiya bêsînor in? Li sînorê min ê ku dest pê dike, sînorê azadiya min heta kû derê be, ewqas e" kir. Serokomar Tayyîp Erdogan di hevpeyvîna xwe ya ji bo televîzyona Kanal 2 a Îsrailê axivî û têkîldarî azadiya çapemeniyê pirsên hatin kirin bersivand. Erdogan der barê azadiya çapemeniyê de şîroveya "Ez dipirsim kesên ku hûn dibêjin rojnameger xwedî azadiya bêsînor in, rojnameger xwedî azadiya bêsînor in? Ma sînorê azadiya wan jî tuneye? Cihê ku sînorê azadiya min dest pê dike, sînorên azadiya min heta kû derê be, ancax dikarin heta wir bê, ji wî wêdetir nikare biçe" kir. 'LI CIHÊ KU AZADIYA MIN DEST PÊ DIKE AZADIYA ROJNAMEGER DÊ BIQEDE' Erdogan têkîldarî pirsa pêşkêşvan a li ser azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê ev bersiv da: "Li vî welatî tu kesên ku rojnamegerî kiriye nehatiye girtin. Ev welat, dewletekî hiqûqê ye. Ez dipirsim kesên ku hûn dibêjin rojnamger in xwedî azadiya bêsînor in, ma sînorê azadiya wan jî tuneye?" Erdogan li ser pirsa "ev sînor li kû ye" jî bersiva "cihê ku sînorê min dest pê dike, sînorê azadiya min heta kû derê be ancax dikare heta wê derê bê, ji wî wêdetir nikare biçe" da.