Hevşaredarê DBP'î Çiçek hat girtin 2017-02-13 20:07:57 SÊRT - Hevşaredarê Şaredariya Civanîkayê Serhat Çîçek hat girtin. Hevşaredarê Şaredariya Bajaroka Civanîka ya Sêrtê Serhat Çiçek ê çend roj berê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, piştî karên li Qereqola Cendirmeyan sewqî dadgehê hat kirin. Tevî Çiçek, welatiyê bi navê Namet Can ê li Civanîkayê dijiya ji aliyê Dadweriya Lêpirsînî ya Sêrtê bi îdiaya "Endamtiya" rêxistinê hatin girtin. Piştî binçavkirina Çiçek, qeyûm tayînî Şaredariya Bajaroka Civanîkayê hatibû kirin.