Beriya 15'ê Sibatê Taksîm li trafîkê hat girtin 2017-02-14 09:42:37 STENBOL - Midûriyeta polisan a Stenbolê di çarçoveya "tedbîrê ewlehiyê yê 14-15'ê Sibatê" diyar kir ku dê ji saet 16.00'an heta 16'ê Sibatê gelek kolanên taksîmê li trafîkê bigire. Midûriyeta Polîsan a Stenbolê têkildarî qedexeya trafîkê ya li kolanên Stenbolê bi ser navê "Tedbîrên ewlehiyê yên 14-15'ê Sibatê" daxuyaniyek nivîskî da. Midûriyetê diyar kir ku saet ji 16.00'ên îro heta 16'ê sibatê hin kolanên Taksimê dê li trafîkê qedexe bike. li gorî daxuyaniyê saet ji 16.00'an heta saet 04.00'ê 16'ê Sibatê dê kolana Mete û Înonu kolan li trafîkê bê girtin. Dîesa dê kolana Siraselviler, kolana îstîklalê û rêyên diçin ser wê dê li trafîkê bên girtin. Her wiha dê hewraza Kazanci, kolana Refik Saydam, Kolana Asmali Mescitê kolanên qada Tarlabaşi, kolana Zambak, Atıf Yilmaz û Balo li trafîkê bê girtin. Dîsa ketina kolan û kuçeyên Yeni Çarşi, Turnacibaşi, Meşelik, Sadri Alişik, Îstiklal, Kiliç Ali Paşa û kolana Mescidiyê dê li trafîkê bên girtin.