Pêtên şewata li Bayrampaşa mezin dibe 2016-11-22 12:24:18 STENBOL - Li Sîteya Sanayê a Balbaşê ya Bayrampaşa, di kargeriyek plastik de şewat derket. Pêtên agir her ku diçe mezin dibin. Di kargeriyek plastîkê ya Sîteya Sanaya Baltaşê ya Bayrampaşa ya Stenbolê de şewat derket. Piştî şewatê gelek maşînê agirkujê çûn cihê bûyerê û mudaxaleyî şewatê kirin. Kesên di nava şewatê de man ji aliyê yekîneyên agirkujê ve hatin rizgarkirin. Şewata ku di satên 10.30'ê de derket, her diçe pêtê wê mezin dibe û belav dibe. Nehat zanîn ku şewat çima û çawa derketiye. Ji ber ku yekîneya agirkujê ya Eyupê têr nekir Yekîneyên Agirkujê yên Bayrampaşa, Gaziosmanpaşa, Fatih, Bakırköy, Şişli û Bagcilar jî bi hawarê hatin. Gelek yekîneyên tenturistiyê jî bi ambulansan hatin cihê şewatê. Mudaxaleya şewatê didome.