Dadgehê ceza da Rojnameger Hasan Cemal 2017-02-14 12:55:12 STENBOL - Heyeta dadgehê li Rojnameger Hasan Cemal bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" Salek û 3 meh cezayêgirtîgehê birî. Heyeta dadgehê di rûniştina doza 22 rojnamegerên piştgirî dabû Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê û doz li wan hatibû vekirin salek û 3 meh ceza da Rojnameger Hasan Cemal. Dozger ji ber nivîsa Rojnameger Cemal a malpera T24'an bi îdîaya “pesnê sûc û sûcdar daye" ji bo nivîsa bi navê “Fehman Huseyin” bi îdiaya "propaganda rêxistinê kiriye" ceza xwest. Li ser vê yekê Cemal, parastin kir û got “Rojnamegerî ne sûc e. Li cihê ku rojnamegerî sûc be heqûq, demokrasî û azadî tune ye" Prz. Fikret Îlkiz jî diyar kir ku mutaalaya dozger ne pêkan e bê qebûlkirin . Cemal jî dîsa mafê axaftinê kir û got: “Ez 42 salin rojnameger im. Mi tu carî parastina terorê nekir. Ez her dem bûm alîkirê aştiyê. Ez beraeta xwe dixwazim" Heyeta dadgehê piştî navberê bi îdîaya propaganda rêxistinê kiriye Salek û 3 meh ceza da Hasan Cemal.