Parêzer: Em ê di bin pêkûtiyan de parastinê nekin 2016-11-22 12:25:11 STENBOL - Di doza ku parêzerên OHD'ê û rêveberên TUAD'ê tên darizandin de parêzerên bersûc diyar kirin ku ew ê li cihê ku pêkûtî heye parastinê nekin. Doza parêzerên Komeleya Hiqûqnasên azad (OHD) û rêveberên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAD) jî di nav de 50 kesên ku bi îdiaya "rêveberên rêxistinê" "endamên rêxistinê ne" hatiye vekirin li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Parêzerên ku bêyî girtî tên darizandin û rêveberên TUAD'ê beşdarî dozê bûn. Ji parêzerên bersûc Mustafa Ruzgar diyar kir ku li ser wan pêkûtî heye û wiha axivî: "Hê duh li Mêrdînê 4 hevalên me yên parêzer hatin binçavkirin. Bi KHK a ku şev hate derxistin OHD a ku 2 salan ez endamê lijneya rêveber bûm, MHD û ÇHD hat gritin. Ji ber vê yekê ez pêwîstî bi parastinê nabînim." 'LI CIHÊ KU GEL NIKARE BIAXIVE EZ Ê PARASTINÊ NEKIM' Ji parêzeran Huseyîn Bogatekîn jî bal kişand li ser binçavkirina 4 parêzerên MHD'ê yên li Mêrdînê û wiha got: "Em di bin pêkûtiyekî cidî de ne. Hempîşeyên me di bin pêkûtiyê de ne ji ber vê yekê ez parastinê rast nabînim. Dîsa OHD a ku ez bi endamtiya wî serbilind im hate girtin. Nepêkan e em vî qebûl bikin. Welatê me bi KHK vê, bi paşguhkirina maf û azadiyan tê rêvebirin. Ya esasî gel e, em li vir wekaletê dikin. Li cihê ku gel nikare biaxive ez ê jî parastinê nekim." Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê daxwaza rakirina qedexeya derketine derveyî welat a parêzer Ramazan Demîr û Ayşe Acinîkli red kir û doz taloqî 20'ê Nîsana 2017'an kir.