Li Colemêrgê riya 24 navendan hat girtin 2017-02-14 14:48:35 COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji ber barîna berfê riya gelek gund û gundikan hat girtin. Li Colemêrgê ku hewaya wê sare duh barîna berfê berdewam kir. Ji ber barîna berfê ya ku ji şeve din ve bênavber didome riya 9 gund û 15 gundikan ji hatin û çûyînê re hat girtin.