Hediye Ataman a hat şewitandin hat definkirin 2016-11-22 13:30:39 WAN - Xizmên Hediye Ataman a di 18'ê Mijdarê de di xaniyê xwe de ji aliyê tîmên taybet û polisan ve hat şewitandin û qetilkirin hat definkirin. Polîs û tîmên taybet di di 18'ê Mijdarê de li gundê Eganîsê ya Erdîşa Wanê bi ser mala Ahmet Ataman de girtin û xanî tevî şeniyên malê dan ber agir. Di şewata xanî de Hediye Ataman jiyana xwe ji dest da. Piştre cenazeyê wê ji bo otopsiyê şandibûn nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Dursun Odabaşi. Duh birayê Hediye Ataman Harun Polatcanli piştî cenazeyê xwişka xwe teşhîs kir cenaze wergirt. Malbatê piştî cenaze girt xwestin bibin Ercişê Rayedarên nexweşxaneyê cenaze dan, lê ambulans nedan. Piştî ambulans nedan, malbatê bi derfetên xwe cenazeyê Hetiye wergirtin û anîn Erdîşê. Xizmên Ataman piştî duh cenaze anîn gund îro li goristana Eganisê piştî nimêja înê defin kirin. Xizmên Ataman, li ser gorê hêsir barandin û demên hestiyar jiyan. Piştî merasima cenaze ji bo Ataman li gund sersaxî hat qebûlkirin. Polîsan bi maşîneyên zirxî dora mala sersaxiyê dorpêç kirin.