Serokê ABF'ê Yildiz: Em ji bo komareke demokratîk dibêjin 'Na' 2017-02-15 09:15:21 ENQERE - Serokê Giştî yê ABF'ê Muhittin Yildiz, bi bîr xist ku Qanûna Bingehîn peymaneke civakî ye û wiha got: "Em komereke nû ya demokratîk dixwazin. Ji bo kombûna li dor vê xelekê em dibêjin 'Na'." Serokê Giştî ya Federasyona Bektaşî ya Elewiyan (ABF) Muhittin Yildiz, têkildarî referandûma ku dê di 16'ê Nîsanê de pêk bê pirsên dîhaberê bersivandin. Yildiz, got guherandina Qanûna Bingehîn çareseriya pirgirêkên civakê di xwe de nahebîne. ‘TÊ DE 'E'YA ELEWIYAN JÎ TUNE' Yildiz, rexneyên xwe yên têkildarî pêşniyara Qanûna Bingehîn wiha vegot: "Em wisa difikirin ku pakêta Qanûna Bingehîn bi temamî li ser feraseteke tekparêz e. Qanûna Bingehîn a hatiye çêkirin elewiyan, maf û huqûqa elewiyan esas nagire. Pêşnûmayeke ku di navbera du partiyan de çêbûye. Taliyê dê referandûmek bê çêkirin. Lê em dibînin ku di vê pêşniyariyê de 'E'ya elewiyan tune ye û bi tu awayî elewiyan nas nake. Diviya hemû reng, nasname û zimanên tên înkarkirin di vê pêşniyara Qanûna Bingehîn de cih bigirtanan û di bin navê peymana Qanûna Bingehîn de bihatanan mîsogerkirin." ‘QANÛNA BINGEHÎN PEYMANEKE CIVAKÎ YE' Yildiz, got Qanûna Bingehîn peymaneke civakî ye û divê hemû nasnameyan nas bike û anî ziman ku, hem Qanûna Bingehîn a 82'yan hem jî pêşnûmaya niha vê wesfê di xwe de nahebînin. Yildiz wiha axivî: "Vê lihevkirina civakiyî jî dema hemû mirovên huqûqê, zanistê, akademîsyen, saziyên civaka sivîl ên civakê bên gel hev dê pêk bê. Heke wisa bûna helbet me yê piştevaniya Qanûna Bingehîn bikirana. Lê belê, em dibînin ku pêşniyara Qanûna Bingehîn li ser esasên feraseteke tekparêz hatiye çêkirin. Em wek ABF û hevgirtiyên wê di referandûmê de dibêjin 'Na'." JI BO KOMAREKE DEMOKRATÎK 'NA' Yildiz, got elewî tim li dijî îktîdarê şer têdikoşin û ji bo gotina 'Na'yê qewimînên Kerbelayê vegotin. Yildiz wiha axivî: “Di serdema Kerbelayê de Yezîr, pere û şohretê pêşniyarî Hz. Husên dike. Lê belê Hz. Husên dibêje, 'Li vir ez parastina mezlûman dikim' û diçe Kûfeyê. Ji ber wê demê gelê Kûfeyê rastî tirsa Yezîd û seltenatê hatiye, xwedî li Hz. Husên dernakevin. Her çi qas gel xwedî dernekeve jî, dîsa qatil Yezîd e. Webala wê jî ya gelê Kûfeyê ye. Ji bo em careke din rastî wan komkujiyan neyên, min ev çîrok vegot. Heke di vê referandûmê de 'Erê' derkeve, dê dîsa heman feraset zuhur bikin. Gumana me ew e ku şerekî navxweyî derkeve û civak rastî komkujiyan bê. Elewî ji dema Selçûqiyan heta komarê her rastî çewisandin û zilmê hatin. Yên îro Tirkiyeyê bi rê ve dibin jî, hevfikirin selefî û wehabiyên ku li ser feraseta emewiyan li Rojhilata Navîn tevdigerin bi xwe ye. Dema em ji bo xwe bixwazin, em ji bo hemû civakê jî heman tiştî dixwazin. Em komereke nû ya demokratîk dixwazin. Ji bo kombûna li dor vê xelekê em dibêjin 'Na'." ‘DIVÊ 'NA' KUÇE BI KUÇE BÊ VEGOTIN' Yildiz, got hêviya wan ew e ku di referandûmê de "Na" derkeve û wiha axivî: "Divê hemû sazî partiyên wan ên siyasî çi dibin bila bibin di bin yek sîwanê de bicivin, divê bi awayekî şexsî ji cîranên xwe re, li kolanan 'Na'yê vebêjin. Me elewiyan jî dev ji têkoşîna xwe bernedaye û em ê ji bo 'Na'yê jî bitêkoşin."