Esnafên Amedê 15'ê Sibatê şermezar kirin 2017-02-15 10:53:10 AMED - Esnafên Amedê, ji ber 18'emîn salvegera 15'ê Sibatê ya radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê derabeyên dikanên xwe venekirin û komplo şermezar kirin. Li Amedê esnafan bi munasebeta 18'emîn Salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin derabeyên dikanên xwe venekirin û şermezar kirin. Di ser^de navçeya Rezan li hemû navçeyan esnafan derabe venekirin. Li cade û kolanên ku dikan nehatin vekirin bêdengî hebû û wesayîtên polîsan li van deran dewreyi digerin. Li bendê ye mu li 4 navçeyên bajar bi awayeke hemext daxuyanî bên dayîn.