Wan û Colemêrg di bin berfê de ma! 2017-02-15 12:21:37 WAN/COLEMÊRG - Li Wanê berfa ku serê sibehê dest pê kir trafîka bajar felc kir. Li Colemêrgê jî riyên 213 gund û gundikan hat girtin. Li Wanê berfa ku bi şev dest pê kir û berdewam dike bajar temamî xist bin bandora xwe. Ji ber berfa ku her diçe zêdetir dibare li bajar trafîk felc dibe. Şaredariyên Ertêmat, Riya Armûşê û Tuşbayê xebatên paqjkirina berfê nakin ji ber vê yekê jî esnaf li ber deriyên dikanên xwe û cadeyan paqij dikin. Li navenda bajar jî ji ber ku rê nayên paqijkirin ajakor zehmetiyên giran dikişînin. Riya Miksê jî ji ber berf û tîpiyê hat girtin. Li bajar seferên balafiran ên Balafirgeha Ferît Melen jî hatin betalkirin. RIYÊN 213 GUND û GUNDIKAN HAT GIRTIN Li Colemêrgê ji ber berfa ku 3 roj in dibare riyên 78 gund û 135 gundikan hatine girtin.