Li Dersimê 3 jin hatin girtin 2017-02-15 13:40:46 DERSIM - Li Dersimê 3 siyasetmedarên jin hatin girtin. Li Dersimê Hevseroka DBP'ê ya Berê Gulseven Yildiz, rêvebera BP'ê ya berê Neclü Kiliç ên duh li navenda bajar di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin û li navçeya Qisleyê jî Selvî Gunerî ya encumena DBP'ê bû piştî ûfadeyên wan hatin girtin birin Edliyeya Dersimê. 3 kes ji ber ku xebatên Kongreya Jinên Azad (KJA) a ku bi KHK'ê ve hat girtin meşandine bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" sewqî dadgehê hatin kirin. 3 jin bi heman hincetê jî hatin girtin. 3 jinên kurd ên hatin girtin şandin Girtîgeha Dersimê.