Xwendekaran mamosteyên xwe oxir kirin 2017-02-15 14:51:05 STENBOL/EDENE - Akedemîsyenên ku ji Zanîngeha Çukurova û Zanîngeha Marmarayê hatin îxrackirin ji aliyê xwendekar û akademîsyenan ve hatin oxirkirin. Alîkar Doç. Esengul Ayyildiz a ku ji Zanîngeha Çukurovayê hat îxrackirin bi bîr xist ku ji ber ku belavoka aştiyê îmze kirine hatine îxrackirin û wiha got: "Tekane tiştekê ku em balê bikişînin heye; ew jî şer berdewam dike." Xwendekarên Zanîngeha Marmarayê ji bo akademîsyenên ku hatine îxrackirin li Kampusa Nîşantaşi ya Fakulteya Ragihandinê hatin cem hev û daxuyanî dan. Akademîsyenên ku ji Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Marmarayê hatine îxrackirin jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di merasîma oxirkirinê de pankarta "Akedemî nayê bêdengkirin em ê vegerin" hat vekirin û wêneyê Dekamê Fakulteya Ragihandinê yê berê Prof. Dr. Unsal Ozkay hatin hilgirtin û dirûşma "Zanîngeh ê me ne dê bi me re azad be" hate berzkirin. Akademîsyen Emre Tansu Keten ê hate îxrackirin li vir axivî û diyar kir ku li Fakulteya Ragihandinê nûçegihaniya rast ji ber ku hîn dikin îxtidar ji vî ditirseb Keten got ku 10 sal in li hemberî çapemeniyê pêkûtî heye û wiha berdewam kir: "Tiştên ku em di televîzyonan de dibînin nerast in. Me dît ku têgeha ji aliyê sîstemê ve hatiye afirandin e. Li zanîngehê hate hînkirin ku divê rojnamgerî bêalî be. Lê piştî ku mezûn bûn me tabloyekî cuda dît. Ji ber nûçegihaniya ku em li dibistanê fêr bûn çi heyf e ku li vî welatî betal man e. Ez jî ji vê yekê tirsiyam û ji ber vê yekê jî ketim akademiyê lê li wir jî betal mam. Li akademiyê jî em hatine noqteyekî ji rastiyan revê. Li hemberî yekperestiyê divê çapemenî deng derxîne. Ger ku çapemenî tê çewisandin, wî dengî dernaxe dê fakulteyên ragihandinê wî dengî bilind bike." 'HÊVÎDAR IN JI ŞAŞÎTIYÊ VEGERIN' Seroka Beşa Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Şukran Esen a ku hate îxrackirin jî wiha got: "Em di rojekî xweş de nînin. Ev xêr hatineke rojekî xweş nîne. Tirkiye ji rojên dijwar derbas dibe. Vî welatî her tim rojên zehmet dît. Dê van rojan jî derbas bike. Em rojên xirabtir dibînin lê em dizanin dê derbas bibe." Esen destnîşan kir ku divê yên hatine îxrackirin piştgiriyê bidin hev û wiha axivî: "Em dizanin ku yên hatine îxrackirin jibilî xebata zanistî tiştek nekirine. Em dizanin ku ew nêzîkatiya zanistê ya rexnekar ve her tişt pirsyar kirine. Tiştîn ku zanist pêwîst dike tiştên zanîngeh pêwîst dikin e. Me ji ber ku pirsyar kir em hatin îxrackirin. Em hêvîdarin ji vî şaşîtiyê di demeke kin de vegerin." 'EZ XEMGÎN IM' Doç. Dr. Ayda Uzunçarşili Soydaş a hate îxrackirin jî got ku ew gelekî xemgîn e û wiha berdewam kir: "Ez şahidiya çûyîna hevalên xwe yên ku 20 salan dikim. Tenê ne ji bo xwe ji bo xwendekarên xwe gelekî xemgîn im. Ji ber akademiyê gelek xemgîn im, ji ber nirxên ku me winda kiriye xemgîn im. Em quralên bingehîn ên akademiyê winda dikin. Ez bang li hempîşeyên xwe dikim. Heta em pirsyar nekin tu wateya li vir mayînê tuneye." Ji xwendekarên Zanîngeha Marmarayê Azîz Barkin Kadioglu jî wiha got: "Em bi mamosteyên xwe re ne. Ragihandina Marmarayê ji bo dîroka berxwedanê ye. Dîroka berxwedanê ya ku em ji mamosteyên xwe hîn bûne dê bi hevalên li pey me re jî bidome. Em ê li hemberî vê yekê bisekinin. Li vir bila ji bo mamosteyên me soza me be. Em ê rejîma îstibdadê hilweşînin." Piştî axaftinan xwendekaran bi hevre mamosteyên xwe yên ku salan e ked didin wan oxir kirin. 'EM Ê VEGERIN' Li Zanîngeha Çukurovayê jî ji bo 3 akademîsyenên hatin îxrackirin li Fakulteya Ragihandinê merasîma oxirkirinê hat lidarxistin. Alîkar Doç. Jale Ozata Dîrlîkyapan, Alîkar Doç. Esengul Ayyildiz û Alîkar Doç. DR. Taylan Koç êh hatin îxrackirin piştî ku li odeyên xwe tiştên xwe kom kirin ji aliyê xwendekarên xwe ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Piştre jî xwendekar û akademîsyen li ber Fakulteya Ragihandinê hatin cem hev û li vir muzîk hat guhdarkirin. Serokê Egîtîm Sen'ê yê Ahmet Karagoz li vir axivî û got ku ji bo akademîsyen vegerin li ser karê xwe dê hemû riyên mafgerandinê bi kar bînin. Akademîsyen Esengul Ayyildiz jî jî bi bîr xistik ku ji ber ku "ji şer re gotine na" hatine îxrackirin û wiha berdewam kir: "Teqînên ku em her tim dibînin, li hemberî mirinan bi rastî jî tu wateya îxrackirinan nîne. Ji ber vê yekê jî gelek girîngiyê nadim. Em ê pîşeya xwe bidomînin. Em ji saziyan hatin îxrackirin lê ji pîşeyê nehatine îxrackirin. Ji ber vê yekê jî rewşekî trajîk û dramatîk nîne. Tişta ku divê em balê bikişînin tenê yek e: Şer berdewam dike." Akademîsyen Taylan Koç jî ani ziman ku ew ê rojekî vegerin û wiha berdewam kir: "Li vî welatî leşker, polîb, sivîl nemirin hemû kes di nava aramiyê de bi awayekî wekhev bijîn, ji bo vê yekê em gavekî jî paşve navêjin. Îro li vir sibehê dê li ciheke din em ê hev bibînin. Xwendekarên me emanetî mamosteyên me yên mane ne." Piştî axaftinan akademîsyenan ji xwendekar û akademîsyenên din xatir xwestin.