Li parlamenterên HDP'ê doza 'heqeretê li Erdogan kirine' 2017-02-15 15:20:35 WAN- Der barê parlamenterên HDP'ê Tugba Hezer û Lezgîn Botan de bi îdiaya "heqeret li serokomar kirine" hat vekirin de û îdianame hat amedekirin, ji bo parlamenteran heta 5 salan ceza tê xwestin. Der barê parlamenterên Partiye Demokratîk a Gelan (HDP) ên Wanê Tugba Hezer û Lezgîn Botan de îdianameya ku bi îdiaya "heqeret li serokomar kirine" ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hat amadekirin ji alilê 3'yemîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Wanê ve hat qebûlkirin. Der barê Hezer û Botan de heta 5 salan ceza tê xwestin.