Çalakgerên 15'ê Şibatê şermezar kirin: Deriyê Îmraliyê vekin 2017-02-15 15:28:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajar û navçeyan bi armana 15'ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin çalakî hatin lidarxistin û xwestin ji bo Ocalan dîsa karibe rol û rista aştî û çareseriyademokratîk pêk bîne deriyê Îmraliyê vekin. AMED Rêxistina DBP'ê ya Yenîşehirê bi armanca 15'ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike li pêş AZC Plaza ya semta Ofîsê daxuyanî da. Di çalakiyê de Hevseroka DBP'ê ya Amedê Emine Ruken Akça, endam û rêveberên DBP, HDP û KCD, aktîvîstên TJA û gelek kesên din amade bûn. Li vir Hevseroka DBP'ê ya Amedê Rûken Akça, diyar ki ruk 15'ê Sibatê ji bo wan roja reş e û wiha got: "Ji roja Ocalan anîn Tirkiye heta niha Tirkiye ketiye bin bar. Li vî welatî pêdivî bi aştî û demokrasiyek mayinde heye. Ji bo vê yekê divê bi lezgîn tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. divê dîsa bi Birêz Ocalan re li ser maseya çareseriyê rûnên." Daxuyanî bi siloganên ji bo azadiya Ocalan bi dawî bû. Endam û rêveberên DBP, HDP û TJA bi heman armancê li navçeya Peyasê ya Amedê jî çalakî pêk anîn û 15'ê Sibatê şermezar kirin. Komek rêveber û welatî li ber avahiya DBP'ê ya Peyasê kom bûn û heta parka Rojava meşiyan. Li ser navê komê Rêveberê DBP'ê yê Peyasê Dogan Onal, axivî û xwest ji bo çareseriya demokratîk deriyê Îmraliyê bê vekirin. Kom piştî daxuyaniyê dîsa vegeriyan avahiya DBP'ê ya Peyasê. Rêxistina DBP'ê ya Navçeya Sûrê jî bi heman armancê li avahiya xwe daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê ya Amedê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê DBP'a Sûrê Ayhan Dogrual, anî ziman ku Ocalan bi pêşdîtin û sekna xwe destûr nedaye ku komplo bigêje armanca xwe û wiha got: "Bi tecrîda giran a li ser Ocalan di şexsê Ocalan de xwestin hemû gelê kurd tecrit û îzole bikin. Le dîsa Birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk têkoşîna xwe berdewam dike" Parlamentera HDP'ê Yigitalp jî anî ziman ku AKP li ser şer hebûna xwe berdewam dike ew tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin. Li navçeya Rezan a Amedê jî daxuyanî li avahiya DBP'ê ya Rezan hat dayîn. Berî ku daxuyanî bê dayîn polisan dora avahiyê dorpêç kirin. Di civîna li avahiya DBP'ê de Hevseroka DBP'ê ya Rezan Arzu Karaman, 15'ê Sibatê şermezar kir. Li navçeya Çinarê jî bi heman armancê daxuyanî hat dayîn. SÊRT Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê jî bi heman armancê bi tevlêbûna rêveberhên HDP'ê, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din li avahiya xwe daxuyanî dan. Hevserokê HDP'a Sêrtê Abdullah Çetin, 15'ê Sibatê şermezar kir û xwest ji bo mubabakata Dolmabahçe dîsa berdewam bike tecrîd bi dawî bibe û 15'ê Sibatê şermezar kir. ÊLIH Li Êlihê jî bi heman armancê esnafên Êlihê deriyê dikanan girtin û neçûn ser kar. Di serî de li taxa Baglar û gelek taxên din dikan nehatin vekirin. Li gelek nokteyên bajar leşker û polîs kom bûn û nokteyên kontrolê ava kirin. WAN Li wanê jî bi heman armancê endam û rêveberên DBP, HDP, TJA û Dayikên Aştiyê li avahiya DBP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan û dayikên aştiyê amade bûn. Li ser navê komê Dayika Aştiyê Leyla Duman, 15'ê Sibatê şermezar kir û xwest tecrîda li ser Ocalan bi lezgîn bi dawî bibe û wiha got: "Gelê Kurd ev roj ji bo xwe wekî roja reş îlan kiriye. Birêz Ocalan ev roj wekî "Komkujiya gelê kurd" bi nav kiriye. Birêz Ocalan 18 salin li Îmraliyê têkoşîna aşti û demokrasiyê dide. Em bawer dikin ku ev têkoşîna Birêz Ocalan dê bigêje azadî û serkeftinê." Piştre dîmen û slatyên Ocalan hatin nîşandan. MUGLA Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Mugla jî bi heman armancê civîna çapemeniyê pêk anî. Hevserokê DBP'ê yê Muglayê Rahmi Ozayranli jî 15'ê Sibatê şermezar kir û xwes ji bo aştî û demokrasiya li Nojhilata Navîn pêş bikeve deriyê Îmraliyê bê vekirin. Ozayranli, anî ziman ku dê ji bo azadiya Ocalan û aştî û demokratîkbûna Rojhilata Navîn têbikoşin.