Rojnamegerê di mînîbusa hat gulebarankirin de: Bi zanebûn me kirin hedef 2017-02-15 16:29:11 AMED - Rojnameger Metîn Bekîroglu yê li Licê di mînîbûsa rêwiyan a ji aliyê wesayîta zirxî de hat gulebarankirin de bû diyar kir ku bi zanebûn em kirine hedef û wiha got: "Ev êrîş ji pêvajoya referandûmê re bersivek e. Em bi tesadufî xilas bûn." Li navçeya Licê ya Amedê mînîbusa bi plaqaşa 21 BD 463 ya aydî fîrmaya Lîce Surê ku di nav de 10 rewî hebû û li duriyana Çewlîgê de ji aliyê wesayîtekî zirxî ve hat gulebarankirin. Guleyên ku ji wesayîta zirxî hatin avêtin ji cama pêş a mînîbusê ket hundir û qltix qul kir ji pişt derket. Di êrîşa ku bi tesadufî windahî çênebû de rêwiyek ji ber camên şikestin birîndar bû. Rojnameger Metîn Bekîroglu yê di mînîbusê de bû bûyer vegot. Bekîrolu destnîşan kir ku saet derûdora di 12.00'an de ji navçeya Licê ber bi Amedê ve derketine rê û dema duriyana Çewlîgê de bûn wesayîtekî zirxî dihat wan kiriye hedef û gulebaran kiriye. Bekîroglu wiha axivî: "Ewil me fêm nekir çi ye. Dema ku me wesayît da rawestandin me şopên guleyan dît. Rêwiyên di wsayîtê de ji bed gulebaranê şoq derbas kirin. Destpê kê di guhê me de pirsgirêka bihistinê çêbû. Ev bûyerekî ku ji ber xwe gulebaran çêbûne nîne. Hedef hate girtin û hate gulebarankirin. Welatiyê bi navê Ozgur Atagun ji ber guleyan camên ku şikestin birîndar bû." 'LIGEL KU EM JI NOQTEYA KONTROLÊ DERBAS BÛN JÎ HATIN GULEBARANKIRIN' Bekîroglu destnîşan kir ku wesayîta zirxî nesekiniye û ber bi Licê ve çûye û wiha berdewam kir: "Ligel ku me gazî ekîbên lêkolînê ya li cihê bûyerê kir jî t kes nehat. Mînîbusa hat gulebarankirin ajokar ew bir Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Licê û li vir lêkolîn hat kirin." Bekîroglu diyar kir ku wesayîta wan di têketina Licê de ji noqteya lêgerînê ya polîsan derbas bûye, nasnameyên welatiyan hatine kontrolkirin û piştre riya xwe berdewam kiriye. Bekiroglu ev agahî da: "Ger ku kesekî lêgerîna wî hebe di wesayîtê de bûya ev dê derketa. Gulebaranekî kêfî bû. Di bin navê OHAL'ê de rayeyên bêsînor dane hêzên ewlehiyê û ev yek dibe sedema pêkanînê bi vî rengî kêfî. Di wesayîtê de bi temamî welatiyên sivîl hebûn. TU gumanbar tunebû. Hemû rêwî sivîlbûn û hedef hatin girtin. Ev gulebaran ji bo pêvajoya referandûmê peyamek e." Bekîroglu got ku çûye nexweşxaneyê û rahor girtiye, ew ê der barê êrîşkaran de gilî bikin.