Qeyûm tayînî Seravê kirin û Hevşaredarê Ebexê girtin 2017-02-15 17:13:17 WAN - Li Wanê Hevşaredarê Ebexeya Wanê Faruk Demîr hat girtin. Şaredariya Seravê jî qeyûm hat tayînkirin. Li Seravê ya Wanê, qeyûm tayînî Şaredariya Seravê ya DBP’î kirin. Polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kir û diyar kirin ku dê lêgerîn bikin. Polîsan agahî da rayedarên şaredariyê û diyar kirin ku Qeymeqam Îbrahim Bayir wekî qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin. Li navçeya Ebexê jî polîsan serê sibê bi ser mala Hevşaredarê Ebexê Faruk Demîr û şaredariyê de girtin. Polîsan di serdegirtina mala Demîr de Demîr binçav kirin. Demîr piştî sewqî dadgehê kirin li dadgehê bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" hat girtin. Piştî heyetê der barê Demir de biryara girtinê da Demîr şandin girtîgehê. Hevşaredara Ebexê Suna Atabay ji bi heman îdîayê hatibû girtin û 6 mehin girtî ye.