Li Cizîrê li dijî noqteya polîsan êrîşeke bombeyî pêk hat 2017-02-15 20:22:56 ŞIRNEX - Li Cizîrê, li dijî noqteya polîsan êrîşeke bombeyî pêk hat. Piştî teqînê gelek polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin û demeke dirêj dengê çekan bilind bû. Li navçeya Cizîr a Şirnexê, di 18'emîn salvegera 15'ê Sibatê ya radestkirina Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan a Tirkiyeyê, li dijî noqteya polîsan çalakiyeke bombeyî pêk hat. Li gor agahiyên hatine bidestxistin çalakî li dijî noqteya polîsan ku li xaçerêya bajêr dikeve pêk hatiye û piştî teqînê agir bi ser noqteyê ket. Her wiha piştî teqînê gelek wesayîtên zirxî û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin û demeke dirêj dengê çekan li seranserê bajêr bilind bû. Der barê mirî û birîndaran de agahiyek zelal nehat wergirtin.