Îdiaya sûîqesta li dijî qeymeqam dek û dolab derket! 2017-02-16 09:19:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dihê bi îdiaya "Li dijî qeyemeqam amadekariya suîqestê", hevşaredarên ji peywirê hatin girtin jî di nav de 14 kes hatibûn girtin. Derket holê ku 14 kes bi dek û dobalan hatine girtin. Bi îdiaya "amdekariya sûîqestê" ya li dijî Qeymeqamê Navçeya Dihê ya Sêrtê Murtaza Dayanç ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Dihê hat kirin, hevşaredar Eda Kilis û Huseyin Kiliç jî di nav de 14 kes di 12'ê Mijdara 2016'an de hatibûn binçavkirin û piştî binçavkirina mehekê hatibûn girtin û şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê. Ji girtiyan M. Emin Aksu, Serhat İlhan, A. Hadi Ete, Osman Aydin û ajokarê hevşaredar Kiliç Muhsin Erdemci, di 5'ê Çileyê de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatin kirin. Aksu û İlhan, tiştên hatine serê wan û tawanbariyên îdiaya sûîqestê li girtîgehê ji Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya hat girtin Nedim Turfent ê li heman girtîgehê tê ragirtin re vegotin. Girtiyan diyar kir ku, piştî hatine binçavkirin bi qasî 2 hefteyan nizanibûne ji bo çi hatine binçavkirin û anîn ziman ku, ji ber biryara "nepeniyê" agahî nedidan parêzeran jî. Gotin, dema di bin çavan de malbatên wan serdana wan kirine, ragihandine ku çapemeniya hewzê nûçeyên îdiaya "sûîqestê" parve kirine. Girtiyan dest nîşan kir ku, di operasyonên hatine kirin de tu tiştekî sûcî bi dest neketiye, lê tenê dest danîne ser hin telefon û kompîturên wan. 'EM NIZANIN JI BO ÇI EM TÊN RAGIRTIN' Serhat İlhan (26), ragihand ku dema ew hatine binçavkirin wî ji polîsan hinceta binçavkirinê pirsiye û diyar kir ku polîsan wiha gotiye: "EM jî nizanin ji bo çi me we girtiye. Sêrtê lêpirsîn vekiriye." İlhan, dest nîşan kir ku piştî çend rojan wan bi riya malbatê yên ji çapemeniya hewzê agahî wergirtine hay ji hinceta binçavkirinê çêbûne û got, di dema îfadedayîna li mduuriyeta polîsan polîs pirsên wiha ji wan kirine: "Dê li Dihê bombeyek biteqe, hayê te jê heye?, Bi ya te dê li van deran bombe biteqe yan?" ‘DEK Û DOLABEK HEYE' İlhan, diyar kir ku dek û dolab li wan hatine çêkirin û wiha got: "Piştî 12-13 rojên binçavkirinê kesekî ku em nasnakin anîn odeyeke li korîdorê. Got ez FETO'yî me. Nû zewiciye û kesekî giliyê wî kiriye. Piştî hefteyekê şûn de wî ji odeyê derxitin û careke din me ew nedît. Ji xwe min ew nas nedikir. Paşê hîn bûm ku li dozgeriyê ev kes li ser me îfadeyên bêbinî daye û hîn bûm ku endamê rêxistinê ye. Qaşo li Torikê dema min bi endamekî rêxistinêr e hevdîtin çêkiriye dîtiye. Lê belê tu delîlek tune ye. Ne jî dîrokek. Tu dibê qey me tiştek kiriye, bi vî awayî tevdigerin. Lê ji me gelek jê, me li muduriyeta polîsan hevdu nas kir. Ji serî heta binî komplo ye. Bi Osman Aydin ê dozbarê malbata me ye û me hevdu daye dadgehê re navê min derbas dibe. Wek malbat em bi hev re naaxivin û hevdu nabînin. Di girtîgehê de jî me daxwaza qawîşên cuda kir. Yanî îdiayên bêbinî ne, dek û dolabek heye û qethiyen eleqeya min pê tune ye." ‘DELÎL TUNE YE' Bavê 2 zarokan Aksu (32) jî di bin çavan de rastî heman sepandinan hatiye. Aksu, dest nîşan kir ku ji ber biryara "nepenî" agahiyê andin parêzeran jî, lê belê ji aliyê çapemeniyê ve nûçe tên çêkirin û wiha axivî: "Kesê wek FETO'yî xwe da naskirin, li ser min jî îfade daye. Lê belê tu delîl tune ye. Îdia kiriye ku min bi endamekî rêxistinê re hevdîtin çêkiriye. Ne cih ne jî dîrok heye. Delîl tune ye. Ez esnafek im û tenê bi karê xwe re eleqedar dibim." Aksu, ragihand ku wî gelek fayans û karoyên saziyên fermî çêkirine û wiha axivî: "Min fayansên Navenda Civakê ya Jinê ya di bin nabê qeymeqamtiyê de ye, Pirtûkxaneya Dihê û qursa şal-şepikê bicihkirin. Îdiayên hatine kirin derew in, senaryo ye. Ji dûr û nêz ve tu eleqeya min pê re tune ye." Der barê dosyeya 14 kes ji ber girtî ne de, hîn jî îdianame nehatiye amadekirin.