Hevser mir xanî hat hilweşandin lê ew li ser piyan e 2017-02-16 09:20:09 ŞIRNEX - Dayîka Hanim Bayat di qedexeya Şirnex de hem hevserê wê jiyana xwe ji dest da û hem jî xaniyê wê saxlem hat hilweşadin. Li gel van serpêhatiyên zor careke din li gundê Mila Şantiyê jiyan raçand û xaniyekî nû ava kir. Li Şirnexê her mirovek xwediyê çîrokekê ye. Di qedexeya 8 mehan û piştî qedexeyê gelek rûpelên dil êş li ser van çîrokan zêde bûn. Dayîka Hanim Bayat a 56 salî bi despêka qedexeyê re ji bo ku zarokên wê bikaribin dibistana xwe berdewam bikin ji mala xwe ya li taxa Bahçelîevler koçber bûn û berê xwe dan Mêrsînê. Rojên zor û zahmet ên dayîka Hanim ji vir pêde li ser çîroka wê zêde dibin. HEVSERÊ HANIM LI KOÇBERIYÊ JIYANA XWE JI DEST DA Hanim Bayat a piştî koçber bû hevserê wê Haci Bayat jiyana xwe ji dest da wiha behsa jiyana xwe ya koçberiyê kir: "Di qedexeyê de li Şirnex dibistan hatin girtin û ji bo ku zarokên min dibistana xwe berdewam bikin me koçî Mêrsînê kir. Hevjînê min ji înşaatê ket û mir. Kurê min ê li cem hevjînê min dixebite dibe şahidê mirina wî. Piştî vê bûyerê me dîsa berê xwe da Şirnexê." CENAZEYÊ HEVSERÊ XWE LI AXA XWE DEFIN KIR Hanim Bayat ku dema cenazeyê hevserê xwe ji bo li ser axa xwe defin bike anî Şirnexê rasti gelek zoriyan hat û wiha serpêhatiyên xwe vegot: "Min nexwest em cenazeyê wî li Mêrsînê defin bikin. Me cenaze anî Şirnexê. Lê di rê de ji mere gelek astengî derxistin. Polîsekî got, 'Hûnê cenaze bibin ku?' Min got ezê cenazeyê hevserê xwe bibim ser axa xwe. Li Nisêbîn û Cizîrê em gelek rawestandin û destûr nedan em cenaze bibin Şirnexê. Li ser vê yekê me cenaze li vir, gundê Mila Şantiyê defin kir." Her dayîkek Şirnexê weke dayîka Bayat bi axa xwe ve girêdayî ye û ev gotinên dayîka Bayat şahidiyê ji bo her dayîkek Şirnexî dike. WALÎ DESTÛR DA Û WALÎ XERAB KIR Yek ji serpêhatiyên Hanim Bayat a ku di jiwana wê de wekî rojek reş cihê xwe girtiye jî xerakirina xaniyê wê ye. Bayat wiha ew roj bibîr anî: "Di qedexeyê de xaniyê min nehatibû hilweşadin û dema qedexe berdewam dikir ez çûm min xaniyê xwe paqij kir. Ez her roj diçûm ber xaniyê xwe û bi şev dihatim gundê Mila Şantiyê. Min ji bo ku bikevim xaniyê xwe destûr ji Walîtiya Şirnex stend. Rojekê serê sibê telefon ji min re hat vû gotin xaniyê te hatiye xerab kirin. Walîtiyê destûr dabû min lê dîsa jî xerab kirin. Wê demê ceyrana me tunebû û me xwest ceryanê bikêşin mala me. Lê ji me re gotin herin bila partiya we ceryan û avê ji we re bikêşe. Heger gotiban em ê xaniyê we hilweşînin min ê alavên mala xwe jê derxistan. Hemû alavên mala min jî wisa di hundir de man." RÛPELEK NÛ Û SPÎ Li gel van zor û zahmetiyan Bayat dîsa di ber xwe da û têkJiyan her tim ne zivistan e an jî her tim ne şev e. Rûpelên ku dikevin ser çîroka dayîka Hanim jî her tim ne reş in. Li gel van zor û zehmetiyan dayîka Hanim destê xwe ji nav têkoşîna ji bo jiyanê dernexistiye. Bi alîkariyên ku gel şandine niha ji xwe re xaniyek ava kiriye û ew û zarokên xwe têde bi cih bûne.