Di 60 rojan de 157 kes li Riha hatin girtin 2017-02-16 09:31:13 RIHA - Fatûreya teqîna Beşîktaşê li endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên Rihayê birîn. Li Rihayê di 60 rojan de 363 kes hatin binçavkirin û jê 157 kes hatin girtin. Di 11'ê Kanûna 2016'an de li Beşîktaşa Stenbolê li dijî polîsên Hêzên Çevîk teqîn pêk hatibû û 43 polîsan jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê, fatûreya teqînê li Rihayê hat birîn. Piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ya "dê hesabê wê bidin" bi rojekê, 250 kes ên endamên HDP, DBP û TJA'yê ne hatin binçavkirin. Ji ber binçavkirinên zêde, Eywana Sporê ya Sabiha Ozlekê wek navenda binçavkirinê hat bikaranîn. Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê Parêzer Mikail Yavuz, got ji ber êrîşî heta niha li bajêr 363 kes hatine binçavkirin û ji vana 157 jê hatine girtin. PROPAGANDA Û ENDAMTIYA RÊXISTINÊ Yavuz, diyar kir ku gelek kes bi hincetên "Propagandaya rêxistinê" û "Endamtiya rêxistinê" hatine tawanbarkirin û dest nîşan kir ku rojname, pirtûk û kovarên li malan hatine bidestxistin jî wek delîlên sûcî hatine hesibandin. Yavuz, bi bîr xist 12 parêzer jî hatine binçavkirin û wiha diyar kir: "Ji vana ewil Gulay Koca û Cemo Tuysuz hatin girtin. Lê belê çend roj berê jî endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Rihayê Emin Baran ji ber pirtûk-kovarên li malê û alîkariya ji bo Komeleya Rojavayê hat girtin." DI 60 SALIYA XWE DE RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HAT Yavuz, dest nîşan kir ku muwekîlê wî yê girtî rêveberê DBP'a Pirsûsê Halil Demir di bin çavan de rastî îşkenceyê hatiye û wiha axivî: "Me girtenameyên xwe berpêşî dozgeriyê kirin, lê belê dozgeriyê lêpirsîneke çalak nekir." Piştî teqîna Beşîktaşê binçavkirin û girtinên li bajêr wiha ne: * Di 13'ê Kanûna 2016'an de 250 kes hatin binçavkirin. * Di 22'yê Kanûna 2016'an de li Wêranşarê bi ser malekê de hatiye girtin, 4 kesên li malê hatine kuştin û têkildarî bûyerê li navend anavçeyê ji 12 kesên hatin binçavkirin 10 jê hatin girtin. * Di 3'yê Çileyê de ji koma 250 kesî 13 kes hatin girtin. * Di 4'ê Çileyê de ji heman komê 13 kes hatin girtin. * Di 5'ê Çileyê de ji koma 250 kesî 18 kes hatin girtin. * Di 6'ê Çileyê de 35 kes hatin girtin. * Di 11'ê Çileyê de bi hinceta parvekirinên civaka medyayî 50 kes hatin binçavkirin. * Di 18'ê Çileyê de ji koma 50 kesî 19 jê di roja 8'emîn a binçavkirinê de hatin girtin. * Di 20'ê Çileyê de ji koma 50 kesî 6 kes hatin girtin. * Di 21'ê Çileyê de ji heman komê 19 kes hatin girtin. * Di 24'ê Çileyê de bi hinceta îhlal sînor kirine ji 5 kesên hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin. * Di 25'ê Çileyê de ji koma 50 kesî 5 jê hatin girtin. * Di 26'ê Çileyê de kesekî hat binçavkirin, hat girtin. * Di 27'ê Çileyê de ji 5 kesên bi hinceta civaka medyayî hatin binçavkirin, 3 jê hatin girtin. * Di 28'ê Çileyê de li navçeya Wêranşarê 11 kesên li heman taxê hatin binçavkirin, hatin girtin. * Di 8'ê Sibatê de Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Rihayê Emin Baran hat girtin. * Di 13'ê Sibatê de 28 kesên hatin binçavkirin, li muduriyeta polîsan hîn jî tên ragirtin.