4 kes hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin 2016-11-22 15:08:39 NAVENDA NÛÇEYAN- Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di operasyonê de 4 kes hatin binçavkirin, li Semsûrê 5 kesên hatibûn binçavkirin 2 kes hatin girtin. Li Mêrsîn, Gever û Giyadînê 7 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan. LI PIRSÛSÊ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di serdegirtinên malan de rêveberê berê yê DBP'ê Mehmet Kivik, xebatkarê şaredariyê Mehmet Şakîr, rêveberê DBP'ê yê Pirsûsê Feyal Çelîkbaş û Esvet Şenyaşar hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat hînbûn. Sİyasetmedarên ku hatin binçavkirin birin emniyeta navçeyê. 2 KES HATIN GIRTIN Li Semsûrê HDP'iyên bi navê Îmam Surgulu, Mehmet Alî DEmîrtaş, Bîrsen Tunç, Suna Kaymaz û Yusuf Bagirci yên ku beriya 6 rojan hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyên. 5 kesên ku îfade dan dozgeriyê Demîrtaş, Bagirci û Tunç bi şerta kontrola edlî hatin berdan. Kaymaz û Surgulu jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Kaymaz û Surgulu ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê. ROJNAMEGEER ARPAÇ HAT BERDAN Xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Haci Arpaç ê ku di 8'ê mijdarê de li Mêrsînê hatibû binçavkirin piştî 12 rojan li emniyetê îfadeya wî hat girtin. Arpaç piştre sewqî dozgeriyê hat kirin. Arpaç bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" "endamê rêxistinê ye" sewqî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê Arpaç bi şerta kontrola edlî serbest berda. JINÊN HATIBÛN BINÇAVKIRIN HATIN BERDAN Li Geverê 2 jinên hatibûn binçakvirin serbest hatin berdan. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê 2 jinên 3 roj ewilî hatibûn binçakvirin piştî karên miduriyeta polîsan a navçeyê derxistin Edliyeya Colemêrgê. Her du jin jî piştî îfadeya dozgeriyê serbest hatin berdan. LI GIYADÎNÊ 5 KES HATIN BERDAN Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê di operasyona 19'ê mijdarê de 5 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan. Hevserokê HDP'ê yê Giyadînê Ercan Taştan, Kazim Çiçek, Hanîfî Zorbay, Kadîr Gokmen û Sedat Işik ên ku bi îdiaya dê li hemberî Salîh Yakişir ê ku wekî qeyûm hatibû tayînkirin suîqastê pêk bînin hatibûn binçavkirin, piştî ku îfadeyên wan li emniyetê hat girtin hatin berdan.