Der barê Ayhan Bilgen de 25 sal cezayê girtîgehê tê xwestin 2017-02-16 09:34:28 AMED - Der barê Parlementerê HDP'ê yê Qersê û Berdevkê Partiyê Ayhan Bilgen de, bi daxwaza ji 11 salan heta 25 sal û nîvan cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Serdozgerê Komarê ya Amedê di çarçoveya têkildarî banga ji bo Kobanê ya di Cotmeha 2014'an de der barê Parlementerê HDP'ê yê Qersê û Berdevkê Partiyê Ayhan Bilgen lêpirsîn dabû destpêkirin û Bilgen di vê çarçoveyê di 31'ê Çileyê de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. Di açrçoveya heman lêpirsînê de der barê Bilgen de, bi daxwaza ji 11 salan heta 25 sal û nîvan cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Di îdianameya 64 rûpelî û ya ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin de, Bilgen bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê", "Bi awayekî alenî tehrîkirina sûc" û "Tehrîkirina gel a ji bo civîn û meşên derqanûnî" tê tawanbarkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de, Bilgen di 29'ê Çileyê de li Enqereyê hatibû binçavkirin û ew anîbûn Amedê û paşê serbest hatibû berdan. Li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Amedê Bilgen di 31'ê Çileyê de dubare hat binçavkirin û paşê hat girtin. Dema li dadweriyê lêpirsîna Bilgen didomiya, di çapemeniya nêzî hikûmetê de nûçeyên bi sernavên "Wekîlê HDP'î Ayhan Bilgen hat girtin" wek "Deqeya Dawî" hatibûn serwîskirin û ev bûbûn cihê nîqaşan. Dozger di îdianameyê de îdia kir ku, dema li dijî Kobaniyê êrîşên DAIŞ'ê dijwar bûne, li ser daxuyanî û bangawaziyên rêveberên PKK'ê, MYK'ya HDP'ê hevdîtin çêkiriye û piştî van hevdîtinan li ser biryarên MYK'yê bi riya hesabê Twitterê yê fermî gel daxistiye kuçeyan. Dozger, derpêş kir ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê û endamên wê yên MYK'yê jî di nav de hemû rêveberên HDP'î êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Kobaniyê kirine bahane û gel teşwîqî serîhildaneke çekdarî kirine. Dozger parast ku, rayedarên HDP'î dizanibûn dê encama van bangewaziyan çi be û li gel van bangewaziyan jî vê daxuyaniyê bi qesdî kirine.