Çavkaniya şifa û tenduristiyê sabûna kizwan û zeytûnê ye 2017-02-16 10:49:21 MÊRDÎN - Firoşker û hilberina sabûnên xwezayî Funda Aksen ku li Mêrdînê sabûnê xwezayî ji kizwan û zeytûnan çêdike, diyar kir ku disa vegera jiyana xwezayî wan kêfxweş dike û wiha got: "Ev sabûn hemû berhemên xwezayî ye. Ji ber xwezayî ye çavkaniya şîfa û tenduristiyê ye." Yek ji berhemen navdar ê li Mêrdîn ji nava xwezayê hilberina wê tê kirin Sabûna şîn ango sabûna nebatan e. Sabûna ku ji zeytûn û kizwan û gelek nebatên ku li çiyayê Mêrdîn çêdibe tê afirandin ji bo gelek nexweşiyên çerm jî dibe derman û şîfa. Sabûna ku bi rêbazên xwezayî tê hilberandin ji bo çerm û por tê pêşniyarkirin. Firoşker û hilberînera Sabûna Şîn Funda Aksen, diyar kir ku ew vê sabûnê bi tevahî ji xwezayê di afirînin û ew maddeyên kîmyewî naxebitînin. Funda Aksen ku ji bapîrê xwe hilberîna sabûnê fêr bûye wiha got: "Li Mêrdînê hilberîna sabûnê gelek zêde ye. Bi taybetî ji ber darên kizwan û zeytûnan zêde ye berhemên sabûnê jî li vir zêde ye. Ji ber ku çanda hemamê li vir heye û nebatên dibin zabûn jî zêde ye, hilberîna sabûnê jî li vir heye. Hem şîfa ye û hem xwezayî ye. 7 salin hilberîna sabûnê dikim. Ewil em berhemên nebatan dikelînin û piştre rûnê wan dicemidînin. Ji zeyta zeytûn û kizwanê çêdibin. Hin jê xwerû ne, hin jê tev li hev in. Çiqas rûn û zeyta wan sabûnan zêde be şîfaya wan jî ew qas zêde ye. Em tu maddeyên biyanî û kimyewî naxin nava sabûnê. Her tişt ji xwezayê dê û bi rêbazên xwezayê hilberîna wan têkirin. " Aksan, anî ziman ku her çend li gori salên borî eleqe kêm be jî ew ji firotin û eleqeya wê kêfxweş in. Aksan, xwest êdî mirov bes madeyên kîmyewî bikar bînin û serî li tiba xwezayi bidin û wiha got: "Dîsa vegera jiyana xwezayî û bikaranîna maddeyên xwezayî me kêfxweş dike."