Ajokarê mînîbusê: Ewil gef xwarin piştre gotin ‘qeza’ ye 2017-02-16 10:57:30 AMED - Ajokarê mînîbusê Burhan Yîgîter ê duh leşkeran mînubusa wî gulebaran kir, diyar kir ku dema ji bo giliyê çû qereqolê gef li wî hatiye xwarin û wiha got: "Ez piştre birim Fermandariyan Cendirmeyan ji gotin “qeza çêbûye”. Ji min xwestin ku giliya xwe paşde bikişînim." Mînîbusa ku ji navçeya Licê dihat navenda Amedê û di nav de 10 rewî hebûn a bi plaqaya 21 BD 463 a aydî Lîce Surê li duriyana Çewligê ji aliyê wesayîta dupişk ve hat gulebaran kirin. Guleyên ku ji wesayîtê hatin ji cama pêş a mînîbusê ket hundir û qltix qul kir ji pişt derketibûn. Di gulebaranê de bi şens tiştek bi kesekê ne hat û rewiyek bi sivikî birîndar bû û wesayîta zirxî jî bêyî ku raweste ji cihê bûyerê dur ket. Ajokarê wesayîta hat gulebaran kirin li 156 geriya, ligel ku bûyer ragihand jî komên lêkolînê ne hatin cihê bûyerê li ser vê yekê ajokar Burhan Yîgîter û Ozgur Atagun ê birîndar bûne çûn Qereqola Cendirmeyan a Duruyê. ‘GEF LI ME XWARIN’ Burhan Yîgîter diyar kir ku leşkerên li Qereqola Cendirmeyan a Duruyê gef li wan xwarine. Yîgîter, da zanîn ku leşkeran ji wan re gotine “hûn bi wesayîta xwe endamên rêxistinê tînin û dibin”, “we heq kiribû”. BI QEZA GULEBARAN KIRINE Yîgîter, bi lêv kir ku ji vir bi wesayît sivîl birine Fermandariya Cendirmeyan û wiha got: “Serdozgerê Komarê yê navçeyê û Fermandarê cendirmeyan a Alayê ligel me bûn. Li vir lêkolîn pêk anîn. Leşkere li ser kuleya wesayîta zirxî peywirdar bû jî hat. Leşker got ‘Çek bi şaştî güle barandin. Rewşeke ne di destê min de bû’. Hat gotin ku dê derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî û îdarî bê vekirin. Ji bo mînîbusa min jî lêkolîn bikin dest danîn ser û birin Amedê. Xwestin ez dest ji giliya xwe berdim.” Yîgîter, anî ziman ku ew ê derbarê berpirsyaran de serlêdana sûc bikin.