Dema binçavkirinan 7 rojan hat dirêjkirin 2017-02-16 11:34:09 STENBOL- Li Stenbolê dema binçavkirinên ji 126 kesan ya 56 kesan 7 rojan hat dirêjkirin. Nayê zanîn ku 126 kes dê kengî derxînin dozgeriyê. Li tevahiya Tirkiyeyê operasyonên binçavkirinê ya li dijî hevparên HDK, TJA, HDP û DBP'ê berdewam dike li Stenbolê 126 kesên hatin binçavkirin hê jî li emniyetê tên rawestandin. Dema binçavkirina 56 kesên ku pêncşema borî hatibûn binçavkirin 7 rojan hat dirêjkirin. Heta niha îfadeyên kesên hatine binçavkirin nehatine girtin, kesên di bin çavan de li qereqolên cuda tên girtin. Di binçavkirinên beriya 3 rojan de 70 kesên hatin binçavkirin jî li emniyetê tên girtin. Li aliyê din di nava 126 kesan de yên nexweş jî hene. Parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) bi kesên di bin çavan de ne re hevdîtin pêk anîn. Der barê kesên ku hatine binçavkirin de dosyayek tuneye, hate hînbûn ku têkîldarî lêpirsînê sînordarî heye.