Rojnameger Selahattîn Aslan di bin çavan de ye 2017-02-16 12:34:33 STENBOL - Rojnameger Selahattîn Aslan li Stenbolê hat binçavkirin. Rojnamger Selahattîn Aslan li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê hat binçavkirin. Li gorî agahiya parêzer Huseyîn Çalişçi daye Aslan ê di şeva 14'ê sibatê de hate Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Hate hînbûn ku Aslan li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tê girtin û li ser dosyayê biryara veşarîbûnê heye.