Li Zanîngeha Firatê êrîşa bi dar û kêran 2017-02-16 14:14:52 XARPÊT - Li Zanîngeha Firatê koma nijatperest a ji 150 kesî pêk tê bi dar û kêran êrîşî xwendekarên kurd kirin. Li Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê saet di 12.00’an de koma koma nijatperest a ji 150 kesî pêk tê bi dar û kêran êrîşî xwendekarên kurd û sosyalîst kirin. Piştî êrîşa ku xwendekarek hat kêrkirin û gelek xwedekar birîndar bûn bi dawî bû, leşker hatin fakülteye. Leşkeran xwendekarekî rastî êrîşê hatî û navê wî nehat zanîn binçavkirin. Rageşiya li kampusê didome.