Demîrel a HDP'î nehat berdan 2017-02-16 14:46:05 AMED - Doza ku der barê parlamentera HDP'ê Çaglar Demîrel ji ber daxuyanî û meşên ku beşdar bûye hatiye vekirin de biryara berdewamkirina girtîbûna wê hat dayîn. Di dozê de navbera parêzer û serokê heyetê de nîqaşên tund derket. Demîrel got ku axaftinên ku wekî sûc hatine dîtin li kursiya Meclîsê hatine kirin. Doza ku der barê parlamentera HDP'ê Çaglar Demîrel de ji ber nîşeyên îstixbaratê yên polîsan hatiye vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Der barê Demîrel de ji 10 salan heta 23 salan ceza tê xwestin. Demîrel ji Girtîgeha Tîpa F a hejmar 1 a Kocealî bi SEGBÎS'ê beşdarî dozê bû. Parêzerên Demîrel, Reyhan Yalçindag Baydemîr, Mehmet Emîn Aktar û Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di dozê de amade bûn. Parlamenterên HDP'ê Ahmet Yildirim, Ziya Pîr û Feleknas Uca, heyeta Komîteya Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê, endamên Rêxistina Mafên Mirovan (HRW) û malbata wê doz şopandin. Piştî tespîta nasnameyê ewil dozger axivî û der barê Demîrel de heta 18 salan ceza xwest û dîsa xwest ku girtîbûna Demîrel berdewam bike. 'ÇI BÛ HÛN JI BÎRYARA XWE VEGERIYAN' Demîrel a parastina xwe kir diyar kir ku mutalaya dozger qebûl nake û dê der barê îdiaya ne parastina xwe kir, der barê esasê dozê de jî piştre parastina xwe bike. Demîrel anî ziman ku weke parlamentereke destenadyîna wê heye niha li dadgehê tê darizandin. Demîrel wiha got: "Ez parlamentereke partiya ku 6 milyon deng girtiye û partiya sêyemîn a parlamentoyê ye. Di encama êrîşên siyasî ya li hemberî me de ev darizandin hat qebûlkirin. Di şexsê min de gelê Amedê û îradeya 80 milyon mirovên Tirkiyeyê tê dariznadin. Darizandina min a li vir derveyî hiqûqê ye. Destendayîna min derveyê qanûna bingehên û rêziknamaye Meclîsê hat rakirin. Weke HDP em ji bo ku hêviya gelên Tirkiyeyê yê demokrasî û aştiyê li vir in. îxtidara siyasî ya ku vê yekê li dijî berjewendiyên xwe dibîne em bûn hedef û li vir in. Di 4'ê mijdarê de li 5 bajarên cuda operasyonekî hemwext çêbû. Bi vî hiqûq hat qetilkirin. Bi heman awayî di 12'ê kanûnê de ez û parlamentera me Bes^me Konca hatin girtin. Hê teblîgata dadgehê negihîjitibû dema ku em ji Meclîsê derketin ji aliyê kesên çekdar û bi rûpoş ve wesayîta me hat rawestandin û em hatin binçavkirin. Çima hatim binçavkirin nedizanî bi vî rengî em derxistin dadgehê. Ma çi bû hûn ji biryara xwe ya berê vegeriyan? Ev gelet watedar e." 'JI BER KU EZ LI CEM DAYIKA TAYBET BÛM LI VIR IM' Demîrel li hemberî nîşeyên ku polîsan ji dadgehê re şandine nerazîbûn nîşan da û wiha berdewam kir: "Ji ber agahiyên ku tu eleqeya wan bi min re tuneye ji dadgehê re nivîs hatiye nivîsandin. Ya ku ez nafikirim emniyet fikiriye. Reva derveyî welat ez ji bo xwe heqeret dibînim. Ma ez ê aşkerakirina fikrên xwe birevim? Ji bo vê kê ferman nivîsandiye. Kesê ku ev nivîs nivîsandiye peywira xwe xirab bi kar aniye û sûc kiriye. Qebûlkirina vî nivîsê binpêkirina darizandinê ye. Bi vî nivîsê ve dadgehên ku divê bêalî û serbixwe bin dîl hatine girtin." Demîrel têkîldarî sûcdarkirinan jî wiha got: "Axaftinên ku min ji bo jinan kiriye û piştevaniya ku nîşan daye sûc hatiye dîtin. Axaftinên min ên der barê şîdeta li ser jinan de sûc hatine dîtin. Ligel vê yekê jî ez ê têkoşîna xwe bidomînim. îxtidara ku destnedayîna min rakir ji bo leşkeran zirxa destnedayînê anî. Ez jiber ku beşdarê merasîma cenazeyên kesên ku li Cizîrê hefteyekî di sarincê de hatiye hiştin bûme, li Sîlopiyê ji ber xwedî li Dayika Taybet a ku cenazeyê wê hefteyekî li kolanê hat hiştin derketime li vir im. Ji ber ku me îxtidara siyasî rexre kiriye ez li vir im. Piştevaniya bi jinan re wekî paralementereke jin mafê min e. DI NAVBERA PARÊZER Û DADGEHÊ DE NIQÊŞ DERKETIN Parêzer Mehmet Emîn Aktar, tekildarî niqaş û sucdariyên der barê Demîrel ên li meclîsê xwest mafê parastinê bigire. Li ser vê yekê heyeta dadgehê dengê xwe li Aktar bilind kir û niqaş derket. Piştî niqaş bi dawî bû Demirel dîsa parastin berdewam kir û wiha got: "Hemû axaftinên ku min kirine min di çarçoveya reziknameya partiyê û zagonan de kiriye. Ji bilî nasnameya HDP'ê ez tu sûcdariyên din qebûl nakim. Ji îdîanameyê tu bendewariya min tune. Girtina parlamenteran li dijî cudahayia hêzan e. Li ser parastina Demirel, Reyhan Yalçindag jî xwest mafê parastinê bigire û di navbera wê û heyeta dadgehê de niqaş derket. Li ser qerîna heyetê Yalçindag, bertek nîşan da û got: "Werin ser xwe li hemberî we zarok tune ye. Serokê heyeta dadgehê jî ji Yalçindagê re got "Ne axive Hûn ne hempîşeyê min in. Yalçindag jî got "Ji perwerdehiya hiqûqê ku we girtiye diyar dibe" piştî parêzer ketin nava niqaşe. Heyetadadgehê got "Li gorî OHAL'ê herî zêde 3 parêzer dikarin parastinê bikin" SEROKÊ BAROYÊ XWE VEKIŞAND Piştî îtîraza parêzeran hat redkirin Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, xwe ji mudafitiyê paşve kişand. Piştî Demirel dîsa xwest ji bo parastinê mafê axaftinê bigirire. Serokê Heyetê got “Çaglar xanim bawer bike di mîtingên partiyê de jî ew qas nayê axaftin. Ev saetek û nîv e tu di axive." Çaglar anî ziman ku daxuyaniyên der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de kirine mijara lêpirsînê û wiha got: "Birêz Ocalan niha li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Ji ber ku min gotinên wî yên der barê aştî û demokrasiyê de bi lêv kiriye ez têm darizandin. DER BARÊ POLÎSAN DE DAXWAZA GLÎ KIR Piştre Prz. Mehmet Emin Aktar, anî ziman ku vîna meclîsê li ser sûcdariyên di fezlekeyên de destnedayîna wan hatiye rakirin û wiha got: "Hûn ji van sûcdariyan nikarin dozê li muwekîlên me vekin û xwest darizandin bê rawestandin. Aktar der barê polîsên ku nivîs ji heyeta dadgerê re şandiye xwest bên darizandin û der barê wan de doz bê vekirin. Prz. Reyhan Yalçindag jî anî ziman ku bi riya SEGBİS'ê îfadegirtina muwekila wê ne hiqûqî û adîl e. Yalçindag, anî ziman ku ji 11 axaftinên ku li meclîsê hatiye kirin jê 10 ji pêşniyarnameyên meclisê pêk tê û xwest ew girtek ji meclîsê jî bên xwestin. Heyeta dadgehê ji bo parastinê navber da dûniştina dozê.b Heyeta dadgehê piştî navberê biryar da û daxwaza parêzeran a berdana Demîrel red kir û xewst Çaglar Demîrel girtî bê darizandin. Heyeta dadgehê xwest girtekên axaftina Demîrel ji meclîsê bê xwestin û ji bo Demîrel di rûniştan pêş de amade bibe sewqî girtîgehek nêzîk bibe. Ji bo sewqê jî xwest ji Wezareta Dadê re nivîs bê şandin. Heyeta dadgehê daxwaza gliya derd barê polîsan de jî red kir. Rûnişitna dozê taloqî Gulanê kir.