Di doza Demîrtaş de 'biryara pêwîstî bi lêpirsînê tuneye' 2017-02-16 16:36:02 ŞIRNEX - Di doza Demîrtaş a li Silopî de dadgehê biryara, "pêwîstî bi lêpirsînê tuneye û paşde xistina lêkolîna li ser dozê" da. Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku ji ber axaftina li ser referandûma 2010'an li Silopî kiriye bi hinceta, "muxalefeta qanûna civîn û xwepêşandana kiriye" hatiye vekirin li 1'emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Silopiyê hat dîtin. Demîrtaş, bi riya SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Tîpa E ya Edîrneyê beşdarî dozê bû, parêzerên wî Aygul Demîrtaş Gokalp, Sila Talay, Mûstafa Eraslan û Bîlal Kalkan û Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez û Hevşaredara Silopî Emîne Esmer li salona dadgehê tevlî dozê bûn. Piştî xwendina îdianameyê Demîrtaş di parastina xwe de bal kişand ser nakokiyên der barê destnedayîna parlementeran û wiha axivî: "Di dîroka komarê de cara ewil e ku destnedayîn heya dawiya serdema parlementeriyê nehatine rakirin. Bi rakirina destnedayîna parlementeran a 20'ê gulana 2016'an qanûna bingehîn destûr daye darazê ku heya wê dîrokê bikaribe li ser parlementeran darizandinê pêk bîne. Di qanûna bingehîn de rakirina destnedayîna parlementeran nehatiye aşkerakirin û ji ber vê yekê jî darizandina me nakokî ye. Ji destpêkê heya niha tişta ku em di parlementoyê de li hember derdikevin ev e." Demîrtaş li ser doza ku jêre hatiye vekirin jî got ku dozger an bi zanebûn an jî nezanî di aliyê hiqûqî de şaşiyek kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dîroka vê fezlekeyê tuneye. Di vir de dîroka fezlekeyê gelekî muhim e. Ji ber ku ev îdeaname li got fezlekeyê hatiye hatiye amadekirin. Dozger ev yek an bi zanebûn kiriye an jî nezanî lê di vir de kêmasiyek mezin a hiqûqî heye. Ez naxwazim li ser naveroka dosyayê parastinê bikim. Ji xwe li gorî madeya 6352'ê divê biryara, "hewceyî lêpirsînê tuneye" were dayîn. Ger heyeta dadgehê ji bilî vê biryarekê bide wê demê dikarim li ser naveroka dosyayê jî parastinê bikim." Piştî parastina Demîrtaş dadgehê heyeta biryar da û got: "Li ser dosyayê lêkolîn hat kirin û pêwîstî bi lêkolînek din tuneye. Ji ber vê yekê biryara darizandina vekirî hat dayîn."