Li Şam û Rihayê civîn: Tirkiye bi rejîmê re li hev kir 2017-02-17 09:00:56 HESEKÊ - Hat îdiakirin ku, Tirkiyeya li Babê tengijiye, li Şam û Rihayê li ser hevdu civîn çêkirine û bi rejîmê re li hev kiriye. Li gor peymanê, dê Tirkiye ji Babê vekişe, rejîm lê bi cih bibe û dê ji bo Sûriyeya Bakur jî tabûrên hevpar bên çêkirin. Hat îdiakirin ku, Tirkiyeya ku bi "Tevgerîna Mertala Firatê" li Babê tengijî û tu encam wernegirtin, niha ketiye pêyî lêgerînên nû. Li gor agahiyên bi dest ketin, heyeteke ji Teşkîlata Îstixbarata Milî (MÎT) di 28'ê Çileyê de li Edliyeya Şamê bi rayedarên rejîma Baasê re hevdîtin çêkiriye. Li Qamişloyê Fermandarê leşkerên Baasê Husam, vê hevdîtinê bi alîgirên xwe re parve kir û rastiya wê qebûl kir û hat zanîn ku li ser Bab û Sûriyeya Bakur hatiye axivîn. Husam diyar kir ku civîn 5 saet domandiye de û hat diyarkirin ku di civînê de MÎT'ê ji rayedarên rejîmê re gotiye "Li dijî Minbic û bajarên kantona Cizîrê ew amadekariyên êrîşekê dikin." BAB JI REJÎMÊ RE Husam, diyar kir ku dê rejîm têkeve Babê û dê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) merhale bi merhale ji Babê vekişin û dest nîşan kir ku, dê ji OSO'yê komek li Şehbayê bê bicihkirin. Her wiha hat diyarkirin ku di hevdîtinan de ji bo li Minbic û bajarên kantona Cizîrê "rageşiyeke navxweyî" bê derxistin, biryara dê komeke din bê avakirin hatiye stendin. CIVÎNA RIHAYÊ Li gor agahiyeke din a bi dest ketî jî, piştî civîna li Şamê TSK, MÎT û rayedarên hikûmetê li Rihayê civîneke qelebalix çêkirine. Hat diyarkirin ku kesên beşdarî civînê bûne komên ji Îdlib û Sûriyeya Bakur in û hat diyarkirin ku biryar ew e ku dê komên girêdayî rejîmê jî di nav de hêzeke ji 5 tabûran bê avakirin. DI BIN SÎWANEKÊ DE 5 TABÛR Tabûrên ku dê ji hêzên Ecnad El Hesekê, Lîwa El Firateyn, Ehrar El Kurd, Lîwa El Ixras û Lîwa Ehrar El Şedadê pêk bên, hat zanîn ku dê di bin navê Tecimea Ebne El Hesekê (Koma Niştecihên Hesekê) de bibin yek. Hat diyarkirin ku dê ev kom ewil ji 750-1000 kesî pêk bê. Hat destnîşankirin ku, heke ev kom bi ser keve, dê li dijî Rojava û Sûriyeya Bakur êrîşên dijwartir têkevin rojeveê. Hat destnîşankirin ku daxuyaniya Serfermandarê Giştî Hulusi Akar a li paytexta Katarê Dohayê "Çavê me ronî be, operasyona El Babê bi dawî bû" jî encama vê lihevkirinê ye. Erdogan Altan - dîhaber