'Pitika rastî îstismarê bê dê çawa xwe biparêze?' 2017-02-17 09:11:24 AMED - Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakiyê, daxuyandibû ku ew ê ji bo astengkirina îstismaran "perwerdehiyên mahremiyetê" bidin. Aktivîsta mafên zarokan Parêzer Gazal Koluman a li dijî vê daxuyaniyê bertek nîşan da, hişyar kir ku dê ev rewş bûyerên îstismarên zayendî zêde bikin. Koluman, li dijî daxuyaniya "mahremiyetê" ji Wezîr Kayayê pirsa, "pitikên rastî îstismarê bên dê çawa xwe biparêzin?" kir. Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakiyê Fatma Betul Sayan Kaya, di bernameyê de daxuyandibû ku, ew ê ji bo astengkirina îstismarên zarokan "perwerdehiya mahremiyetê" bidin. Piştî daxuyaniyê gelek derdoran bertek nîşan da. Aktivîsta mafên zarokan Parêzer Gazal Koluman jî, daxuyaniya Wezîr Kayayê û li Tirkiyeyê şert û mercên jiyana zarokan nirxandin. 'DIVÊ CIVAK BÊ PERWERDEKIRIN' Koluman, anî ziman ku wan wek aktivîstên zarokan bi salan divê çi bê kirin ji rayedarên dewletê re gotine û got, divê civak û zarok bi awayekî tenduristiyane bên perwerdekirin. Koluman, got ya Wezîr Kaya wek mahremiyetê bi nav dike, ew li dijî îstismarê rawestandina êrîşkar a hîn dikin û wiha axivî: "Lê belê li vir tiştek heye. Em ferz bikin zarok li dijî êrîşkar hînî gotina 'na' bû. Lê gelo her zarok dikare bibêje 'na'? Heke nikaribe dê çi bibe? Dê di nezda dadgehan de ev rewş çawa bê dîtin? Helbet dema zarok li dijî kesên îstismarkar dema nikaribin bibêjin 'na', dê wê demê erwşê veşêrin û xwe li bêdengiyê deynin. Dê dadgeh jî ji ber zarok deng dernexistiye, vê bi paş ve bikêşin." 'DÊ PERWERDEHIYÊN MAHREMIYETÊ ÎSTISMARÊ ZÊDE BIKIN' Koluman, hişyar kir ku dê daxuyaniya "mahremiyetê" ya Wezîr Kayayê bibe sedema zêdebûna bûyerên îstismarên zayendî û wiha axivî: "Dema em li dadgehan binihêrin, ji aliyê faktora rizayê dê ev bibe sedam ku kiryar beraetê bsitîne. Dê di vê çarçoveyê de di darizandinan de ev rewş veguhre rewşeke gelo zarok ji îstismarkar re gotiye na yan na. Dema rewş ev, dê zarokên nikaribin xwe îfade bikin, dê ji bo wan 'Nexwe riza hebûye' bê gotin û dê ev bibe sedam ku kiryar beraetê bistîne." 'DÊ PITIKA RASTÎ ÎSTISMARÊ BÊ ÇAWA XWE BIPARÊZE?' Koluman, anî ziman ku dewlet di bûyerên îstismara zaynedî de berpirisiyariyên xwe bi cih nayine, di vê de perwerdehî bi tena serê xwe têr nake û li dijî daxuyaniya "perwerdehiya mahremiyetê" pirs kir ku, pitikên rastî îstismarê bên dê çawa xwe biparêzin. Koluman, dest nîşan kir ku tenê bi perwerdekirina zarokan dê pirsgirêk neyê çareserkirin û balê kişand ser faktorên din. Koluman tiştên divên bên kirin wiha rêz kir: "Divê malbat bên perwerdekirin, divê mafên welayetê ya dê û bav ji ser zarokan bê rakirin, divê wargehên zarok lê dijîn tim beên kontrolkirin, divê pirsgirkên aborî yên malbatan bên çareserkirin. Helbet li dijî îstismarê perwerdekirina malbat û zarokan têr nake. Divê ji bo vê civak jî bê perwerdekirin." 'ZAROK WEK FERD NAYÊN DÎTIN' Koluman, got wek hemû li hemû cîhan li Tirkiyeyê jî ji 3'yên gelheyê yek jê zarok in û anî ziman ku, mafên gotinê yên zarokan tune ne, dema biryarên têkildarî wan tên dayîn ji wan nayê pirsîn. Koluman, dest nîşan kir ku zarok wek ferd nayên dîtin, budçeya ji bo wan hatiye veqetandin ji aliyê rayedarên dewletê ve nayê dayîn. Koluman, diyar kir ku ev rewş jî nîşan dide ku ne di warê aborî ne jî di warê civakiyî de tu cihekî zarok tune ye û ev tê wateya ku qîmeta zarokan tune ye. 'POLÎTÎKAYEKE DEWLETÊ YA TÊKILDARÎ ZAROKAN TUNE YE' Koluman, balê kişand ser rewşa dramî ya zarok li Tirkiyeyê rastî wê tên û wiha domand: "Li vî welatî temenê zarokan ê dibistanê 6 e. Ji ber xiznaiya malbatê hîn jî li kuçeyan zarok desmalan difiroşin, pêlavan boyax dikin, yanî em rastî karkeriya zarokan tên. Polîtîkayeke dewletê ya zarokan tune ye. Li vî welatî zarok nayên parastin û ji bo civakeke tenduristiyane wek ferdekî nayên gihandin." Semra Turan - dîhaber