Mamoste û şagirt Roja Zimanên Cîhanê xemgînî pêşwazî dike 2017-02-17 09:14:27 AMED – 21’ê Sibatê Roja Zimanên Cîhanê ku ji aliyê UNESCO’yê ve hatiyê qebûl kirin, îsal li Tirkiye di nava qedexe û astengiyan de tê pêşwazîkirin. Mamoste û xwendekarên kurdî diyar kir ku pêwîste UNESCO, li gorî rêgez û pîvanan li rûmeta zimanê kurdî xwedî derkeve û helwesta xwe nîşanî Tirkiye bide. UNESCO, 21’ê Sibata 1999'an wekî Roja Zimanên Cîhanê deqebûl kir. Ji wê rojê heta niha roja ziman tê pîrozkirin. Kurd îsal di bin qedexe, astengî û OHAL'ê de roja ziman pêşwazî dikin. Îsal ji ber ku gelek saziyên ziman ên kurdan bi OHAL û KHK'yan hatin girtin îsal kurd bi xemginî pîroz dikin. Televîzyonên kurdî, rojnameyên kurdî, krêjêşên zarokan ên kurdî, dibistan û saziyên ziman ên kurdî îsal tev bi biryara KHK'ê hatin girtin. Mamoste û xwendekarên zimanê kurdî bi minasebeta rojê têkildarî wate û girîngiya rojê axivîn. ‘BILA UNESCO XWEDÎ LI ZIMANÊ KURDÎ DERBIKEVE’ Mamosteyê zimanê kurdî Mehmet Esen destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê ya ku xwe wek dewleta hiqûq û demokratîk nîşan dide di sedsala 21’emîn de zimanê bi milyonan mirov qedexe dike û saziyên wan digire. Esen anî ziman ku êrîş, qedexe û astengiya li dijî perwerdehiya zimanê kurdan bênavber didome û wiha got: “Di bin navê OHAL’ê de beriya 3 mehan gelek sazî û dezgehên zimanê kurdî hatin mohrkirin. Girtina van saziyan bêtehamuliya li hember zimanê kurdî dide nîşandan. Armanca girtina van saziyan jî ew e ku pêşî girtina zimanê kurdî ye. Perwerdehiya bi zimanê kurdî ji bo kurdan zêde dîtin.” Esen diyar kir ku ji bo xurtkirina zimanê kurdî hewldan û hedefên wan hene û wiha axivî: “Ji bo vê yekê jî hewldanên me yên mezin hene. Em wek mamosteyên zimanê kurdî dê tu carî êrîşên li ser zimanê kurdî qebûl nekin û serê xwe li hember van gefên li ser zimanê kurdî netewînin. Heta yek kes jî gelê me hebe em ê xwe bigîhînin wan û dersê bidin. Em ê zimanê xwe li ser piya bihêlin û di nav civakê de hişmendiya perwerdehiya kurdî bikin.” Esen da xuyakirin ku pêwîste bi minasebeta Roja Zimanên Cîhanê rêxistina UNESCO li dijî van êrîşên Tirkiyê yên li ser zimanê kurdî helwesta xwe deyne holê û bang li UNESCO’yê kir ku xwedî li nirxê gelê kurd ê herî pîroz li zimanê wan derbikeve. ‘EM 21’Ê SIBATÊ BI XEMGÎNÎ PÊŞWAZÎ DIKIN’ Yek ji mamosteyên zimanê kurdî Adil Qazî jî bilêv kir ku li şûna ku ev roj bi şahî û kêfxweşî bê pîrozkirin lê ew bi xemgînî vê rojê pêşwazî dikin û wiha pê de çû: “Mixabin lê em li Tirkiyê di rewşên awarte de derbas dibin û ev bandora xwe li ser pêşketina zimanê kurdî jî dike. Ewil xwestin mohrê li zimanê me bixin û me bêziman bihêlin. Di demek ku hemû rayedarên me yên siyasî û ji her beşên civakê kes tên girtin de em vê rojê bi xemgînî pêşwazî dikin. Divê ku girtina sazî û dezgehên pêşengiya zimanê kurdî dikin ji aliyê welatên din ên cîhanê ve bên dîtin. Carek din hat dîtin ku hêj zimanê kurdî nayê qebûlkirin û naxwazin zimanê kurdî bibe fermî. Divê ku tu demê astengî li pêşiya zimanan neyê dayîn û pêşî lê neyê girtin. Lê wê roj bê û dê ev roj derbas bibin. Wê dîrok van kesên ku zimanê kurdî asteng dikin rûreş derbixe. Em ê ji bo li pêşxistina zimanê kurdî têkoşîna xwe hin xurtir bikin û xebatên xwe bidin domandin.” ‘DIVÊ UNESCO JI BO KURDÎ BIRYARÊN GIRÎNG BIGIRE’ Bi minasebeta vê rojê xwendekarê beşa hiqûqê û zimanê kurdî Mazlum Buksel jî wiha got: “Ji bo pêşerojê ku ez dikaribim di dadgehan de bi zimanê xwe parastinê bikim dersa kurdî dibînim û fêr dibim. Her çiqas sazî û komeleyên zimanê kurdî hatibin girtin jî lê ji bo ez zimanê dayika xwe di asta akademîk de fêr bibin têkoşîna xwe didomînim. Em roja 21’ê sibatê wek salên berê nikarin bi kelecan pêşwazî bikin û pîroz bikin. Lazim e astengî û mohrên li ser sazî û zimanê kurdî bên rakirin. Bi wesîla vê rojê pêwiste UNESCO jî bo azadkirina zimanê kurdî bikeve nav hewldanên girîng û ji bo zimanên milyonan gel rabe ser piyan.” Bîlal Guldem - dihaber