Bi hunera xwe ruh dide daran 2016-11-14 09:14:01 EDENE - Oste û xerat Nuri Akyildiz, bi hunera xeratiyê ruh dide daran û wan ji nûve zindî dike. Akyildiz, diyar kir ku piştî makina xeratê derdket êdî ev hunera destan pûç bû keda wan erzan bû. Hunermend û pisporê xerata daran Nurî Akyildiz ku 40 salin xeratiyê dike, diyar kir ku piştî maşîneyen xeratê derketin êdî hunera destan wina dide. Akyildiz, anî ziman ku bi hunera destan a daran heta niha portre, çarçeve, destikê kilîtan û gelek alav û amûrên destan çêdikir. Akyildiz, destnîşan kir ku hunera destan piştî teknolojî û makîneyan winda dibe û reng û ruyê berê ji nema ye. BI KEDÊ HUNERÊ ÇÊDIKE Akyildiz, destnîşan kir ku ev karekî hezkirin, sebr û aramiyê ye û wiha got: "Kesê vî karî bikin divê ji karê xwe hez bikin û sebra wan zêde be. Dema ez dest bi kar dikim, berî her tiştî ez dê çi çawa çêkim di hişê xwe de bi ruh dikim. Piştre projeya ku min di mejiyê xwe de bi ruh kiriye li ser dar bi şekl û şemal dikim. Ez hemû berhemên destan ê li ser dar bi kedek mezin çêdikim. Hin karê pir zor û zahmet bi maşînê çêdikim. Lê dîsa karê tenik û hasas bi destan çêdikim. Ez diwazim her tiştî bi destê xwe çêkim. Berhemên ku bi keda destan çêdibe bêtir xweşik û bi reng û rû ne. Bêtir estetîk û zindî ne. HEQÊ KEDÊ NADIN Akyildiz, da zanîn ku bêtir berhemên xwe ji darên portakalan çêdike û dixwaze ciwan jî fêrî vî pîşe û hunerê bibin. Gelek lêçûn û keda vî karî heye. Lê pişTî maşîne derketin her tişt sexte bû. Yên heqê kedê bidin van huneran tune ye. Berhem û hunera destan ku em çêdikin em bi 1500 TL difiroşin. Lê maşîne hunera ku em çê dikin bi 150 tl difiroşe.