Jinan deklerasyona 8'ê Adarê aşkera kirin: Her der dê bibe qada berxwedanê 2017-02-19 14:48:03 STENBOL - TJA; Meclîsêm Jinan ên, HDK, DBP û HDP'ê Deklerasyona 8'ê Adarê aşkera kirin. Jinan diyar kirin ku feraseta zilam a ku di 1857'an de li New Yorkê 129 jinên karker şewitand îro li Cizîr û Sûrê qatlîaman didomînin û ew ê her derê veguherînin qada berxwedan û 8'ê Adarê. Tevgera Jinên Azad (TJA) meclîsên jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi munsebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê çalakî û bernameyên li dar bixin li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Jinên ku dê bi şîara "Bi berxwedana jinê dê bi azadî bi ser keve" li qadan bin deklerasyona 8'ê Adarê aşkera kirin. Deklerasyon ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Stenbolê Nazli Andan ve hat xwendin. Deklerasyona hat aşkerakirin wiha ye: " Em jin ji paşerojê heta niha ji bo civakê bi hemû rengên xwe xweşik bikin hewl da û em hewl didin. Ji pêvajoya ku mirovahiyê dest bi jiyanê kiriye heta niha bi pêkanîna civakîbûnê ve me hewl da ku cihanê bikin ciheka dikare bê jiyankirin. Bi qodên ku sîstema desthilatdar a zilam ferz dike na ji bo cihanekî nirxên jinê azadiyê, adeletê esas digire ava bikin hewl didin. hemû hewldanên me ne tenê ji bo ke ji bo jin û civaka ku li pey mê tê ye. Nirxên ku bi hezaran salan e ji destên me hatiye dizîn em li berxwe didin. 129 jinên ku di 1857'an de ji bo mehaneya wekhev ketin grevê û ji aliyê feraseta zilam ve hatin qetilkirin, Xwîşkên Mîrabel ên li Komara Domînîkê hatin qetilkirin, li Rojava jinên ku ji bo jiyanekî azad têdikoşin, li Kurdistanê dayika Taybet a ku ji aliyê dewletê ve hate qetilkirin, Cemîle, Sêvê, Asya, li Fransayê Sekîne Censiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a a hatin qetilkirin, Ozgecan Aslan a piştî ku tecawîz kirin hate kuştin, li Artvînê jinên ku li dijî HES'an bi pirsa "dewlet kî ye" Dayika Havva ya ku li dijî sîstema zilam têdikoşe îro em li vir xwedî derdikevin û careke din tînin ziman. HERÎ ZÊDE JIN KIRIN HEDEF Li welatê me di salên dawî de şertên şer û polîtîkayên çewisandinê encama feraseta yek zilam e. Bi van polîtîkayan ve hemû muxalîf hedef hatine nîşandan û hewl dane ku bên çewisandin. 2 salên dawî re li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehan bajar ahtine şewitandin, bi hezaran mirov hatine qetilkirin, girtin, binçavkirin bi hezaran ji karên xwe hatine avêtin û lêpirsîn hatine vekirin. wekî li her derê cihanê di pêvajoya şer de jî herî zêde jin bûne hedef, hebûna wan tune hatiye hesibandin û rastî êrîşan hatine. DIXWAZIN PERGALA BAVIKSALARÎ BIHÊZ BIKIN Bi vê pêvajoyê re bi hilweşandina bajaran re bi sedhezaran jin mecbûrî koçberiyê kirine, bi hezaran jinên kedkar ji kar hatin avêtin, bi qeyûman jinên hatine hilbijartin û saziyên jinan hatin giritn, rewşenbîr û akademîsyenên jin ên ji bo aştiyê têdikoşin bi îşkenceyan hatine girtin. Bi rewşandina dîmenên qetilkirina jinan êrîşa zayendî ya bêexlaq raxistin berçavan, qetlîamên jinan zêde dibin û bi organize êrîşî şêweyê jiyan jinan dikin. Di vê wateyê de qêrîna faşîzmê ya bilind dibe jinan hepsî malê dike, dengê wan kêm dike, ji cihên civakî dur dixe û qadên jiyanê teng dike. Êrîşî destkeftiyên jinan ên bi têkoşînê bidestxistine dike, dijminatiya li dijî jinan zêde dike û dixwazin zîhniyeta baviksalariya ya desthilatdar bihêztir bikin. Sedemên li Kurdistanên nivîsandina gotinên zayendî û faşîst ên li ser ode û dîwarên malan, teşîrkirina laşê Ekîn Wan, tayînkirina qeyûmê zilam a ji bo Daîreyên Polîtîkayên Jinan, daxwaza derbaskirina qanûna ku dê zarokên keç ên hatine tecawîzkirin bi tecawîzkarê xwe re bizewicin, daxistinên tehrîkê yên dozên tecawîzê û zêdebûna cînayetên jinan, nasnameya zilam a dewletê û dijminatiya li dijî jinane. EM Ê BI BERXWEDANA AZADIYÊ BISER BIKEVIN Dîrok xwe dubare dike. Her çiqas navê kesên li berxwe didin bê guhertin jî berxwedan li ser mile hinekan berdewam dike. Zîhniyeta zilam a di sala 1857’an de li New Yorkê 129 jin şewitandin û qetilkirin, bi bombebarankirina Cizîr û Sûrê qetilkirina jinan didomînin, çawa ku wê demê bi hezaran jinan biryara greve girtin û zilam vexwendin qadê îro jî di eniyên pêş ên berxwedanê de li dijî zîhniyeta zilam jin li ber xwe didin. Em wekî jinên li qadên rêveberiya xweser di eniyên pêş de şer kirin, bi sedan jinan re li dijî qanûna tecawîzê derketin kolanan qanûn paşde dan, jinên ku pêşengên gel in hatin girtin û ligel hemû ferzkinên zîhniyeta bivaksalarî hepsî malê ne bûne; her çiqas dixwazin destkeftiyên me ji destê me bigirin jî em ê her cihî bikin qadên berxwednê, qadên jinan û qadên 8’ê Adarê. Em li vir carekdin dibêjin, em ê li dijî jiyana ku zîhniyeta zilam ferz dike “Em ê bi Têkoşîna Jinan Azadiyê Bidest bixin” '5’Ê ADARÊ LI BAKIRKOYÊ’ Piştî daxuyaniyê Andan, da zanîn ku dê jin bi şîara “Jin bi hev re bihêzin” dê di 5’ê Adarê roja Yekşemê li Bazara Bakirkoyê bi hemû rêxistinên jinan re mîtîngekê li darbixin û wiha axivî: “Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo qêrîna hêvî û azadiya jinan bihêz bibe tevlî mîtîngê bibin. Dê li navçeyan ji 20’ê Sibatê heta 3’yê Adarê çalaki, panel, taştê û şahî bên li darxistin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi reng û hêviyên xwe tevlî çalakiyan bibin.” Civîna jinan bi dirûşmeya “Kî çi dibêje bila bêje em dibêjin na na na” bi dawî bû.