Jin bi atolyeyên parastina cewherî jiyana xwe diparêzin 2016-11-23 09:15:15 STENBOL - Mor Dayanişmayê bi slogana "Ji bo rawestandina şîdeta zilam, jin parastina cewherî bikin" atolyeyê parastina cewherî da destpêkirin banga "werin em bihevre jiyana xwe biparêzin" li hemû jinan kir. Li Tirkiyeyê ji ber ku qanûn têrê nakin jinên ku çare di pêşxistina parastina cewherî de dîtin ji bo ku xwe bikaribin biparêzin atolyeyên parastina cewheriî vekirin û ji bo atolyeyan eleqe gelekî zêde bûye. Di vî çarçoveyê de gelek rêxistinên jinan parastina cewherî wekî mafakî dibînin û atolyeyên parastina cewherî dan destpêkirin. Yek ji wan jî Mor Dayanişma ya ku mehên borî li Stenbolê hat avakirin e. ATOLYE DÊ BÊPERE BE Mor Dayanişmayê bi slogana "Ji bo rawestandina şîdeta zilam, jin parastina cewherî bikin" atolyeyê parastina cewherî da destpêkirin dê heta 4'ê kanûnê qeyd bên girtin û yekemîn atolyeya parastinê dê li Beşîktaş û Kadikoyê bide destpêkirin. Di demên pêş de jî tê plankirin ku li taxa Aydinli ya navçeya Tuzla û senta nurtepe ya navçeya Kagithaneyê jî bên vekirin. Di navbera saet 16.00-19.00'an de dersên parastina cewherî bê dayîn. Atolyeyên ku ji her beşên civakê jin dikarin beşdar bibin dê atolye jî bêpere be. Endama Mor Dayanişma Gamza Ozkok bang li hemû jinan kir xwest xeydên xwe bidin çêkirin û çima pêdivî bi van atolyeyang dîtine vegot. 'JI BO PARASTINA JIYANÊN XWE PARASTINA CEWHERÎ ŞERT E' Ozkok a nirxandina "wekî jin em di pêvajoyeke ku pêwîstî bi parastina cewherî dibînin de ne" kir diyar kir ku ji bo jiyankirinê pêdivî bi atolyeyan heye. Ozkok di berdewamê de wiha got: "Em jin her roj rastî tacîz û tecawîzê tên. Ji ber ku em li kolanan dilê me di devê me de digerin. Di wesayîtan de em dibêjin gelo ji kû derê pêhn bê difikirin. Ango em jin ji bo jiyanên xwe biparîzin pêdivî bi atolyeyekî bi vî rengî dibînin." 'EM Ê JI TIRSÊ XWE RIZGAR BIKIN' Ozkok destnîşan kir ku ên ku biryarê didin der barê wan de biryar didin, wan xwe ji gihandine jinan û birayar "ev jiyan a me ye" dane û wiha berdewam kir: "Ji bo ku em ji êrîşan jiyanên xwe biparêzin atolyeyên parastina cewherî ava dikin". Ozkok got ku jin dê bi atolyeyan ve dê xwe biparêzin li aliyê din jî ji rewşa tirs û bêwariyê rizgar bikin. BANGA TEVLÎBÛNÊ Ozkok herî dawî bi gotina "werin em bi xwe bawer bin, piştevaniya xwîşkbûnê xurtir bikin û jiyanên xwe bihevre biparêzin" li jinan kir û xwest tevlî atolyeyên parestina cewherî bibin, qeydên xwe bidin çêkirin. Jinên ku dixwazin tevlî atolyeyên parastina cewherî bibin dikarin bi van telefonan têkîliyan daynin. *0553-209-34-96 *0534-736-88-60