Nûjîn Dêrik: Em ê bi rizgarkirina Reqayê feraseta zilam tune bikin 2016-11-23 09:15:50 REQA- Ji fermandarên YPG/YPJ'ê Nûjîn Dêrik a ku di operasyona "Xezeba Firatê" li dijî DAIŞ'ê ji bo rizgarkirina Reqayê hatiye destpêkirin de cih digire diyar kir ku jinên kurd di şoreşa Rojava de si berxwedana xwe ve ji bo hemû jinên cihanê û jinên gelên bindest bûye mînak. Dêrik got ku ew ê bi rizgarkirina Reqayê feraseta zilam a ku di DAIŞ'ê de derketiya asta herî jor tune bikin, tola jinên êzidî yên li Şengalê hatin qetilkirin û li bazaran hatin firotin hilînin. Jinên kurd ên ku li Rojava pêşengî di berxwedanê de kirin û li hemberî DAIŞ'ê ku ji bo mirovahiyê bûbû xetereyek, serkeftinekî mezin bi dest xistin. Jinên kurd ên ku bi YPJ'ê re ji şoreşê re pêşengî kirin û serkeftinekî leşkerî bi destxistin niha jî ji bo sîstemekî alternatîf li dijî sîsteka zilam a zayendperest bê avakirin pêşengiyê dike. Fermandara YPG/YPJ'ê Nûjîn Dêrîk a ku di operasyona risgarkirina Reqayê ya bi navê "Xezeba Firatê" de cih digire têkîldarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan, roja jinên kurda avakina jiyan û sîstema nû de axivî. * Hûn 25'ê Mijdarê çawa dinirxînin? Em vê rojî di sîstema desthiladar a ku heyî nalet û şermezar dikin. Belkî şîdeta li ser jinê di sala 1960'iyan de li ser her sê xwişkan çêbû û derket holê lê şîdeta li ser jinê em nikarin bibêjin tenê di wê salî de pêk hatiye, ev hezaran salan li ser tevahiya jinan de heta roja me ya îro hatiye. Şîdetekî ku bi rastî jî civaka ku heye, bi taybetî jî di pergala kapîtalîzmê de jin wek e eşya, metayek hatiye dîtin û firotina wî jî wek e marqa wek e reklamê hatiye dîtin û heta roja îro ev yek tê meşandin. Her wiha roj tuneye ku bi dehan jin li hember vê sîstemê întîxar nekin, roj tuneye ku bi dehan jin neyên îşkencekirin, neyên tecawiz kirin, nîne. Ev sîstem her tim bi vê awayî tehakuma xwe dimeşîne. Bi rastî jî kiryarên vî sîstema desthiladar a li ser jinê çiqas mirov bibêje dê her tim kêm be û dawiya wî nayê. Ji ber ku ev zihniyeteke giştî ye, zihniyetekî ku di cîhanê de hatiye rûnişkandin. Ev zihniyeta desthiladariya zilam piştî jin-xweza hate hilweşandin heta roja îro ev zilm, zordarî û şîdet li ser jinê dom kiriye. Belkî di 1999'an de di kesayeta her sê jinan têkoşîna li hember tundiya li ser jinê hate îlan kirin û şîdeta li ser jinê tê naletkirin. Lê bes tenê naletkirin an jî anîna ser ziman a vî rojî têrê nake, pêwîst e jin li hember vê zihniyetî di nava têkoşînê de bin. Encax bi vê awayî dê karibe vî sîstema kapîtalîst hilweşîne an jî biguherîne. * Jin di kesayeta jinên kurd de di Rojhilata Navîn gihiştiye asteke çawa? Yanî, li Rojhilata Navîn mirov dikare vê bibêje, heta niha jin hema hema tunebû, lewra sîstema di vê heremê de sîstemekî feodal e. Ji ber vê yekê jî jin di hêla mafê xwe ya çi di hêla siyasî de be çi di hêla aborî, dîplomasî be, çi mafekî ya di nava civakê de nehatibû naskirin, bi temamî hatibû redkirin. Ji ber ku yê li Rojhilata Navîn zihniyeta mêr dihate meşandin û nedihişt ku jin jiyana xwezayî jî jiyan bike. Di kesayeta jina kurd de, bi taybetî piştî salên 1980'an de jin karibû bi riya şer de hêdî hêdî hin mafên xwe yên xwezayî qezanc bike. Hêdî hêdî ew tenaqûdên di nava civakê yê weke zayendparêzî, em bibêjin zayenda zilam, a jinê, êdî dikaribû ji hev derbixe. Ev yek jî bi rastî jî bi riya felsefeya Serok Apo re dikaribû vê yekî nas bike û pêk bîne ye. Di van salan de bi taybetî ev têkoşîna jinê di tevahiya jinên Rojhilata Navîn hinek tiştan qezanc bike. Ne tenê li hemberî vê sîstema zilam a giştî, li hemberê hin tengiya di nava civakê de taybetî zihniyeta feodaliyê hin tiştan bi dest xist. Êdî ev bi hatina salên dawî re, belkî rastî hin gotin û kiryarên giran hatibe jî lê êdî guh neda vê yekê, mînak wê jin çawa ji malê derkeve, wê çawa bi serê xwe karibe şer bike hwd têkoşîneke bêhempa da. Van têgehên kiryarên zilam ên wek e jin di vê nava malê de be, jin nikare bixwîne, nikare siyasetê bike, mustaqbilê vê jî çiye? Divê jin bizewice, zarokan bîne û di xizmeta zilam de bixebite ye. Jibilî wî tu mafê xwe tune ye. Li hemberî vê jina kurd serî rakir û bi taybetî di nava vî civakî de bi giştî di Rojhilata Navîn de teqandinek çêkir. Li hemberê vê zihniyetê piştî serî rakirina jinê eger paşde gav avêtibûna dê êdî nikaribûya wî zihniyetî, wî adeta ku desthiladariya zilam dixwest bimeşîne, bişkênandibûya û her çiqas biçûya wê xirabtir bûbûya. Yê herî xweş jî jina kurd dema vê yekî kir ne tenê bi jinan da naskirin, her wiha bi civaka kurd û piraniya Rojhilata Navîn da qebûl kirin. Bi taybetî di kesayeta hin jinan de ku vê yekê pêkanîn êdî ji bo jina kurd bû wek e mînakek, rê vekirin, bûn pêşeng ku em karibin di riya wan de bimeşin bûn. Ji van di kesayeta Bêrîtan de ku çawa teslîmiyetê qebûl nekir, di kesayeta Zîlan de ku sîstema heyî qebûl nekir, di kesayeta Heval Sema de ku çawa ew pêkûtiya zilam a li ser civakê û jinê qebûl nekir û agir berda canê xwe. Ji bo vê jî di kesayeta van jinan de gelek lehengên jin ên din jî ku niha hejmarek zêde em navê wan nikarin rêz bikin de, di kesayeta wan de ku ji bo me bibin pêşengek em di riya wan de bimeşin in. Di Rojhilata Navîn de, di Kurdistan û di Rojava de piştî ku di 2011'an de Şoreşa Suriyê dest pê kir, bi şopandina riya wan jinên me niha jimart de, keçên kurd di kesayeta wan de hişt ku keç û jinên kurd encamek girtin. Ev yek hişt ku li hemberê rejîm û sîstema li Suriyê hebû serî rake û desthiladariya zilam a li ser civakê di kesayeta xwe de bişkêne. * Jin û şer dema mirov van her du têgehan datîne ber hev di kesayeta jinên di nava şer a bi taybetî di şerê Kobanê de li hemberê zihniyeta zilam a ku di demên dawî de berdevkiya wî çeteyên DAIŞ'ê dike, berxwedaneke bêhempa nîşan da û hişt ku bi vê berxwedanî re ji jinên Afganîstanê bigire tevahiya cîhanê rakir ser piyan, sedema xwe tenê şer bû, hûn çewa dinirxîn in? Peyva jin û şer dema mirov datîne ber hev, di gelek sîstema welatan de di bin navê hin têgehan de guherîn çêkirin. Hinekan di bin navê demokrasiyê de, hinekan komarî û hwd in de, guherîn çêbû. Gelek şoreş çêbûn ku jin di navê de cihê xwe girtin. Lê piştî ev şoreş bi ser ketin êdî zêde li ser rola jinê nehate rawestandin, rastiya jinê nehat dîtin. Ji ber ku di hêla civakî de jin li pêş bû, di milê berxwedanî û serhildana de jin li pêş bû, lê dema ew şoreş bi encam bû, jin dîsa li aliyê paş ma, dawî ma. Yanî cihê xwe yê ku karibe di qada siyasî, aborî de nikare cih bigire. Lê dema mirov li sala 2011'an dinêrin, şoreşên ku hewil hate dayîn li Tunus, Yemenê, Misir pêk hat, dîsa jin li pêş bû. Bi rastî jî yê rabû serhildanê, yê zor û zahmetiyê dît, yê di komkujiyan de derbas bû jin bû, lê sîstema xwe di çend mehan de hema guhertin, xwestin sîstemeke nû ava kirin, jin dîsa li pişt deriyê hate hiştin, di tu qadan de cih nedan jinê. Tu feyda jinê di nav de nînbû. Ji ber ku şer ji bo jin karibe temînatekê ji xwe re çêbike tunebû. Ji ber vê jî dema mirov bibêje şer û jin mana xwe çawa bi hevûdin dike, jin eger parastina xwe neke, xwe bi xwe nekeve nava hewildana parastina xwe, dê nikaribe tiştekî bike. Ji ber ku çênabe li benda hin kesên din an jî civakê bihêle. Jixwe yê jinê hezaran sal berê anîbû ber tunebûnê hemû ev qeyd û quralên civakê ya li ser jinê pêk tanîn, bû. Ji bo vê jî dema li Suriyê bi taybetî li Rojava şoreş pêk hat, jin jî xwest di hêla parastinê kete navê. Jixwe mejiyê desthiladariyê li pêşiya guherandinê bigire, dema jin tevlî şoreşê bû hişt ku guherînê çêbike. Êdî da nîşan ku jin di her qadî de dikare xwedî gotin be. Êdî jinê di nava civakê de dikaribû mafê xwe bixwaze, ji ber ku di şer de xwe îspat kir û êdî dizane ku hin kes li pişta wan heye, dikare xwe biparêze. Ev jî hişt ku di şoreşên cîhanê de çêbûne, jina kurd ji van tecrubeyek girt û hem dema destpêka şoreşê û bi berdewamiya şoreşê de jin karibû bibêje 'Ez heme'. Êdî jina kurd di şoreşa Rojava de baweriyê da hemû jin û civakên bindest û hemû cîhanê. Êdî da nîşandan ku ew feraseta ku 'jin dê çawa şer bike, jin çewa di kêleka zilam de bimeşe, çalakiyan pêk bîne' binê wê vala ye. Ji bo vê yekê jinên li Afganîstanê jî ku hûn dizanin modela sîstema El Qaîdê ku DAIŞ'ê dixwaze li Suriyê û Rojava pêk bîne li wir li ser jinan pêk tîne, rabûn ser piyan û vê yekê qebûl nekir. Tenê ev mînak jî berxwedana jinên kurd baweriyekî çawa daye jin û civakên bindest radixe ber çavan. Êdî di berxwedana Kobanê de ev derkete asta herî jor, derkete asta herî jor. Bi taybetî di çalakiya Hevala Arîn Mîrkan de, Silava, Ozgur, Hebûn û hwd de yên ku şer didan meşandin de xwe da nîşandan. Bê ku bitirse, bê ku paşde gav bavêje, bê ku bibêje 'ez jin im nikarim bikim', van şer dan meşandin. Ev yek jî di nava cîhanê de bi taybetî jî jinan de bandorekî teqînek mezin kir. Li hemberê çeteyên DAIŞ'ê ku di feraset, qanûn û sîstema wî de jin qet tuneye, tenê amûrê bikaranînê ye, berxwedana jinên kurd a li hemberê wan ji bo hemû cîhanê bû modelek. * Bi van nirxandinan re girêdayî, we pêngava rizgarkirina Reqayê ya bi navê Xezeba Firatê da destpê kirin, rola jinê çiye û bandoreke çewa dê li ser jiyana jinan a herêma Reqayê bike? Niha me pêvajoyek û pêngavekî ji bo rizgarkirina herêma Reqayê dest pê kir. Ev jî li gorî me pir girîng e, lewra ev der DAIŞ ji xwe re wek e peytext hilbijartiye. Bi rastî di kesayeta berxwedana jinê de, mejiyê zilam a di kesayeta DAIŞ'ê de di asta herî jor de ye, di Reqayê de tune bikin. Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê dibêjin 'kuştina bi destê jinê çûna bihûştê çênabe' em jî dixwazin bi destê jinê ji bo DAIŞ neçe bihûştê em ê vê yekî bikin, tiştê pêwîst em ê bikin. Ev gotina wan dibe sedema hêrsek mezin û dê ev hêrs jî veguhere berxwedana jinê ya li hemberê feraseta DAIŞ'ê, dê bersiva herî baş bê dayîn. Pê ve girêdayî bi sedan jinên Êzidî yên Şengalê ku ji hêla DAIŞ'ê ve di bazarên Reqayê de dihatin firotan, tecawizkirina wan, dawî bînin û di wateyeke din tola wan hilînin. Di kesayeta DAIŞ'ê de zihniyeta tecawizkar wê bi destê jinê de bê dawî kirin. Ji bo vê yekî jî em di vê roja jinan de bi hemû hêzên xwe tevlî vî pêngavî bibin û em dibin jî. Her wiha em bang li hemû keç û jinên hemû pêkhateyan dikin ku ji bo parastina xwe tevlî nava refê me bibin. Erdogan Altan - dihaber