Jinên KESK’î starta 8’ê Adarê dan 2017-02-23 13:54:09 MÊRSÎN - Platforma Jinên KESK’î ya Mêrsînê, starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê da. Platforma Jinên KESK’î ya Mêrsînê, bi civîna li avahiya Egîtîm Senê li darxistin starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê da. Di civîna Sekretera Giştî ya Navenda Jinan a Egîtîm Senê Ebru Yîgît û Sekretera Giştî ya Navenda Jinan a KESK’ê Belkis Yurtsever tevlî bûn de Platforma Jinên KESK’î Ozge Goncu li ser navê saziyan daxwiyanî xwend. Goncu, diyar kir ku ew ê ji bo azadiya jinan û xeyalên wan ên cîhanek baştir li kolan, cihên kar û hemû qadan dengê jinan bilindtir bikin û wiha got: “Herî zêde jin ji pêvajoya OHAL’ê bi bandor bûne. Em di nava tarîtiya OHAL’ê de bang li jinan dikin k udi 8’ê Adarê de li qadan bin û di referanduma 16’ê Nîsanê de bi dengek bilind dengê Na bikar bînin.” ‘XWESTIN ÇAVÊ JINAN BITIRSÎNIN’ Piştre Ebru Yîgît da zanîn ku beriya 8’ê Adarê bi xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag dixwazin çavê jinan bitirsînin û ew bi hêvî û bihêz bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Adarê de li qadan bin.