Jinan bertek nîşanî dorpêça Xerabê Bava da 2017-02-24 14:00:17 ENQERE - Platforma Jinên Enqereyê bi gotinên “Li malên ku ji aliyê tîmên taybet ve vegerandina baregehan zarokên keç rehîn tên giritn û jin rastî lêgerîna tazî û tacîzê tên” bertek nîşanî dorpêça li Xerabê Bava da. Platforma Jinên Enqereyê derbarê xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û îdîayên jinên li gundê Xerabê Bava a ku ev 14 rejin di bin dorpêça polîsan deye rastî tacîzê tên de li avahiya ÎHD’ê ya Enqereyê civînek çapemeniyê li darxist. Di salona civînê de pankarta “Fîgen Yuksekdag bi vîna jinan hat hilbijartin, jin xwedî li vîna xwe derdikevin” de li ser navê platformê Umran Koçak axivî. ‘LI NISÊBÎNÊ JIN RASTÎ TACÎZÊ TÊN’ Koçak, diyar kir ku li Nisêbîna ku hevseroka wê ya jin girtiye, li malên ku ji aliyê tîmên taybet ve vegerandina baregehan zarokên keç rehîn tên giritn û jin rastî lêgerîna tazî û tacîzê tên û wiha got: “Îktîdara ku çapemeniya wê çavê kor û guhê wê ker ji ber nîşan nadin, dizire ku jin vana nabînin û li dijî nasekinin.” ‘HEBÛNA JINAN A DI QADA SIYASETÊ JI NEDÎTÎ VE TÊN’ Koçak, da zanîn ku biryara derbarê xistina parlamenteriya Yuksekdag de hatiye dîtin dê vîna wan teslîm negire û wiha axivî: “Li meclîsê baviksalariyê hevseroka giştî ya partiya ku hebûna jinan lê zêde ye tune tê hesibandin. Divê biryara derbarê Yuksekdag de hatiye dayîn demildest paşde bê vekişandin. Ev biryara ku li dijî hemû destkeftiyên me hatine dayîn, heta neyê rakirin em ê li mal, cihê kar, kolan û hemû qadan dengê xwe bilindtir bikin.”