Jinên Silopiyayê: Em ê di 1'ê adarê de dakevin qadan 2017-02-25 09:17:32 ŞIRNEX - Endamên TJA û Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Silopiyayê diyar kirin ku, ji bo berxwedana Sêvê, Pakîze û Fatmayan xurtir bikin, ew ê bi munasebeta Roja Jinan di 1'ê Adarê de li Silopiyayê dakevin qadan. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Dayîkên Aşitiyê, dê bi mûnasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê bi şiyara berxwedana 3 jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar di 1'ê Adarê li navçeya Silopiyaya Şirnexê pîroz bikin. Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer, balê kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û wiha axivî: "8'ê Adarê ji bo hemû jinan girîng e. Jina kurd bi berxwedan û tekoşîna xwe tê naskirin. Jinên kurd tu caran li hemberî tu sîstemên ku jinê tune bike serê xwe netewandiye. Bi salan e jinên kurd ji bo azadiya gelan li her qadê têdikoşe. Bi minesebeta 8'ê Adarê jî jinan li her qadê rêxistina xwe ava kiriye. Îro her jin dikare li hemberî zordestiya dewletê û mêr bisekine." HÊVÎ SERKEFTINA HERÎ MEZIN E Esmer, diyar kir ku jinên kurd bi berxwedan xwe li cîhanê deng dane û wiha domand: "Bi salan e jinên kurd li çiyayên Kurdistanê li hemberî zor û serdestiya dewletê têdikoşin. Jinên şoreşger ji dîrokê heta niha li hemberî zilma ku li dayik û bavê wan tê kirin şer dikin. Îro jinên Botanê bi berxwedana xwe tên naskirin. Dema li Botanê dibêjin jin têkoşîn, berxwedan û êş û jan tên bîra mirov. Ji ber ku her tim jinê pêşengiya berxwedanê û tekoşînê kiriye. Jin ji bo ku azadiya xwe bi dest bêxin bi salan e bi neynûkan jiyanê dikolin. Hêviya me ji bo azadiyê heye. Ji bo me hêvî serkeftina herî mezin e." JINAN SINGÊ XWE DAN BER GULEYAN Û ŞER KIRIN Esmer, anî ziman ku têkoşîna jinê hêzên dewletê ditirsîne û wiha domand: "Li herêma Botanê jinan singa xwe da ber guleyan û li her kolaneke Cizîr, Silopiya, Hezex, Şirnex, Nisêbîn û Geverê li hemberî dagirkirina dewletê şer kir. Bi berxwedana xwe ya şerî jî li cîhanê deng da. Çawa ku berxwedan û têkoşîna jinê ya Rojava di dîrokê de cih girt dê berxwedana jinên Bakur jî cih bigire. Jina kurd li ku pêşengiyê bike yan jî rêxistinê ava bike, zilm li vir zêdeye û jin hedef tê girtin. Pergala dewleta tirk ji hêza jina kurd ditirs. Ji ber vê yekê jî bi dijwarî êrîşî jinê dike. Lê heta niha tu caran jina kurd li hemberî êrîşên hêzên dewletê hêviyên xwe winda nekirine û her tim li hemberî zilm û zordariya ku li zarokên wan hatiye kirin li ber xwe da ye." ROJ ROJA ME YE Esmer, herî dawî got ger îro hevserok û siyasetmedarên jin hatibin kuştin û girtin hemû ji tirsê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "2 sal in hêzên dewletê bi dijwarî êrîşî gelê herêmê dike. Bi taybet jî hêzên dewletê li Botanê jinê xebatkar kirin hedef, kuştin û girtin. Niha bi hezaran jinên xebatkar di girtîgehan de ne. Ev jî tirsa dewletê ya herî mezin e. Lê bila bizanibin ku bi kuştin û girtinê nikarin wê tirsa xwe derbas bikin. Niha hêzên dewletê dixwazin bi dagirkirina xwe çavên gel û jinan bitirsînin, lê ew jî weke her polîtîkayek dewletê ya qirêj e. Li herêmê polîtîkayên taybet tên meşandin. Lê şert û merc çi dibin bila bibin em ê ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê mal bi mal bigerin û xebatan bimeşînin. Roj roja me ye, divê her jineke herêmê tevlî vê şahiyê bibe." JI BILÎ BERXWEDANÊ TU TIŞT NEMA YE Dayika Emîna Ozel (52) jî her 3 jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir yên ku di qedexeya Silopiyayê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û wiha axivî: "Her tişt bi jinê hatiye avakirin. Jina kurd li her qadê heta niha li ber xwe daye. Dema sala borî hêzên dewletê bi tang û topan êrîşî taxên me dikirin, dayik li kolanan bûn û bi tilîliyên xwe dengê berxwedanê bilind dikirin. Di wan qadan de, li vir keda jinê zêde ye. Îro roj roja berxwedanê ye, ji bilî berxwedanê tu tişt di destê me de nemaye. Divê her kes xwedî li keda jinê derkev û hemû jinên herêmê tevlî pîrozbahiya 1'ê Adarê bibin." JIN KOLE DIHATIN NÎŞANDAN Dayika Aşitiyê Şemsê Kara (50) jî diyar kir ku, ji dîrokê heta niha jin hatiye perçiqandin û wiha domand: "Zilm li ser jinan zêde bû. Jin di fabrîqayan de hatin şewitandin. Piştî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mafê jinê parast, zilma li ser jinê kêm bû. Ji ber ku jinê bi Serokatî xwe nas kir û dest bi parstina mafê xwe kir û li her qadê dest bi şoreşgeriyê kir. Tenê ne jinên kurd wek kole hat nîşandan, li her derê cihanê jin wek kole hatin nîşandin. Bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ser gelê Rojava jinên ku bi salan bûn li çiyayên azad têdikoşiyan çûn hewara Rojava. Piştî berxwedan û tekoşîna Berîtan û Zilanan, berxwedana Arîn Mîrkanan a Rojava hêzek mezin da jinan. Pêşengîya şerê Rojava jinên kurd kir û gelê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Hemû cihanê jî dit ku têkoşîna jina kurd çi qas xurt e." JI BO AZADIYA GELÊ XWE ŞER KIRIN Kara, balê kişand ser berxwedana jinên rêveberiya cewherî û wiha got: "Jinên kurd li hemberî zilm û zordariya rayedarên dewletê dest bi şoreşgeriyê kirin. Di her eniya şer de, şer kirin. Di berxwedana rêveberiya cewherî de jî rola herî mezin jinê lîst. Ji bo azadiya xwe û gel bi dest bixin li hemberî tang û topan şer kirin. 3 jinên siyasetmedar ji ber ku ji navçeyê derneketin û li gel jinên Silopiya pêşengiya berxwedanê dikirin hatin qetilkirin. Jinên ku li Cizîrê li hemberî hovîtiya dewletê ber xwe didan hatin teşîrkirin. Lê dîsa jî bişeref canê xwe feda kirin. Em her tim bi ber xwe dana wan serbilind in." EM JI ÊRÎŞÊN HÊZÊN DEWLETÊ XWE NADIN PAŞ Kara, dest nîşan kir ku her tim jin rastî tundiya dewletê û mêr hatiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro neheqiya herî mezin dewleta tirk li jinê dike. Her tim jin rastî tundiya dewletê hatiye. Lê jina kurd tu caran li hemberî tundiya dewletê serê xwe netewandiye û li hemberî tundiyê şer kiriye. Divê jinên kurd li her qadê de destê hev bigirin û berxwedana xwe xurt bikin. Em ji êrîşên dewletê xwe nadin paş. Em ê berxwedana hevalê xwe berdewam bikin û em ê 8'ê Adara 2017'an bi cil û bergê xwe yên gelêrî di 1'ê Adarê seat 12:00 de li avahiya HDP'ê pîroz bikin."