Bi projeya EKOJIN'ê jiyana wan guherî 2017-02-28 09:33:10 MÊRSÎN - Jinên ku bi EKOJIN'ê jiyana wan guherî, ji bo 8'ê Adarê banga xurtkirina têkoşîna jinê kirin. Maşallah Nas û Meltem Delil, a bi pêşnûmaya EKOJIN'ê jiyana wan guherî, anîn ziman ku ew biheycan li benda 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ne û banga xurtkirina têkoşîna jinê kirin. ‘BI TÊKOŞÎNA JINÊ HAT AVAKIRIN' Dayika 5 zarokan Maşallah Nas a bi saya projeya EKOJIN'ê dest bi kar kir, anî ziman ku beriya ew bixebite ji ber hin sedeman pirgirêkên wê yên derûnî hebûn. Nas, diyar kir ku li ser vexwandina jinê wan dest bi nirxandina keda jinê kiriye û wiha axivî: "Tabî wê demê hîn qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê nehatibû kirin. Helbet tenê dê bi vir re sînorkirî nemana. Dê hîn bêtir bihatana berfirehtirkirin û dê jin bi derfetên xwe aboriya xwe biafirandanan. Ev der keda jinê ye. Projeya jinê ye. Ew mînake ku bêyî keda jinê dê tu tişt çênebe. Li vir bi keda xwe min li zarokên xwe nihêrî û hîn jî dinihêrim. Ne mecbûr im li destê kesî binihêrim." Nas, anî ziman ku divê jin x-bi xwe bawer bin û got, ji ber vê xwebaweritm û têkoşîna jinê wan ber bi jiyaneke nû ve gav avêtiye. ‘DIVÊ DI 8'Ê ADARÊ DE JIN JI HER TIŞTÎ RE BIBÊJIN 'NA'' Nas, diyar kir ku divê di 8'ê Adarê de hemû jinên cîhanê rabin ser piya, dakevin kuçeyan. Nas, balê kişand ser referandûmê û wiha axivî: "Divê jin di 8'ê Adarê de ji her tiştî re bibêjin 'Na'. Em ê jî di 8'ê Adarê li gel jinan li kuçeyan bin. Wê rojê teqez xebat tune ye. Ew roj roja me ye. A rast divê ji bo jinan her roj 8'ê Adarê be. Divê roja têkoşînê be." ‘BI TÊKOŞÎNA JINÊ JIYANA MIN GUHERÎ' Dayika 2 zarokan Meltem Delil a bi saya pêşnûmaya EKOJIN'ê dest bi xebatê kir, anî ziman ku ew berê kebanî bû, li malê ji bilî karên malê û lênerîna zarokan wê tu tişt nedikir. Delil, diyar kir ku paşê wê pêşnûmaya EKOJIN'ê nas kir û got, bi temamî jiyana wê guheriye. Delil wiha domand: "Niha em berên xwe bi xwe hildiberînin difiroşin û aboriyeke me çêdibe. Divê jin bi xwe bawer bin. 8'ê Adarê ji bo me naskirina hevalên jin ê nû ye, beşdarbûyîna vê têkoşînê ye. Divê di 8'ê Adarê de jin bi awayekî zêde dengê xwe bilind bikin." (akl/st