Jinên cizîrî bi meşê berê xwe dan Sîlopiyê 2017-03-01 12:55:47 ŞINRNEX- Jinên ku ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê ji Cizîrê derketin rê û ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin bi meşê berê xwe dan Sîlopiyê. Jinên ku ji navçeya Cizîra Şirnexê ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê diçûn Silopiya li ser pira Cizîrê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li ser astengkirina polîsan jinan dest bi meşê kir. Tevgera Jinên Azad (TJA) starta pîrozbahiyên 8'ê Adarê îsal jî li Sîlopiyê dide. Ji ber ku polîs li Sîlopiyê jî hewl dide pîrozbahiyê asteng bike navçe bi wesayîtên zirxî dorpêç kirine. Li ser dorpêçkirinê jî jinên Botanê li avahiya HDP'ê ya Silopiya kom dibin.