Li cihê jiyan lê hebe dixwazim şer bikim: Clara Zetkîn 2017-03-02 09:17:20 STENBOL - Clara Zetkîn a digot, "Li cihê jiyan lê hebe dixwazim şer bikim", li gel têkoşîna çînî bi têkoşîna xwe ya li dijî şerê emperyalîst jî navê xwe li dîrokê nivîsand. Mîrateya ku Zetkînê dewr kir, ji aliyê hemû jinên cîhanê ve 160 sal e bi biryardariyeke mezin nifş bi nifş tê veguhastin. Li cîhanê dîroka jinên kedkar ên bindest, bi parêzvana mafên jinan û xwediya gotina "Li cihê jiyan lê hebe dixwazim şer bikim" Clara Zetkînê dest pê kir. Zetkîn a bi qenaeta madem nêviyê civakê jinên, divê ew nêviyê şer bin jî tevgeriya, têkoşîna 129 karkerên jin bi 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê mayîn de kir. Zetkînê, li gel têkoşîna çînî bi têkoşîna xwe ya li dijî şerê emperyalîst jî navê xwe li dîrokê nivîsand. Pirtûkên Zetkîn a di dîroka têkoşîna jinan de xwedî cihekî girîng e, hîn jî di lîsteyên qedexekirî de cih digirin û li girtîgehan destûra wan nayê dayîn. Zetkîn a beriya bizewice paşnavê wê Eîssner bû, di 5'ê Tîrmeha 1857'an de li eyaleta Saksonya ya Almanyayê hat dinê. Jiyana Zetkînê ya her dixwast tiştekî fêr bibe, dema li pirtûkxaneya bavê xwe rastî çîrokeke serîhildaneke li dijî Papa tê, bi temamî diguhere. Ji mêr û jinên ku dema ji bo şewitandinê bi hezazeke êzêingan ve hatine girêdan, lê tu carî ji baweriya xwe tawiz nedane zaf tesîrê digire. Zetkîn ji bo vê wiha dibêje: "Ji wan, divê dema mirov hîn zarok be di oxira baweriya xwe ji bo mirinê amade be, hîn bûm." JI BO BIBE MAMOSTE LI BER XWE DIDE Zetkîn a dixwest bibe mamoste, a rast li dijî pederşahiyê (patrîarkal) dest bi têkoşîna xwe ya ewil dike. Çimkî, wê demê mamostetî tersî bîrdoziya dewletê bû. Ne rast bû ku, jinên ciwan xwendineke bilinde bixwînin û li her qadên perwerdehiya cemaweriyê bixebitin. Tenê di dersên karên destan de pêdivî bi mamosteyên jinan dihat dîtin. Lê belê Zetkînê, li Leîpzîgê li qursa ji aliyê Aûgûste Schmîdtê ve dihat birêvebirin ji xwe re cihet peyde kir. SALÊN WÊ YÊN KU MARX Û ENGELSÎ DIBIHÎSE Zetkîn, li vê dibistana ji bo pêşvebirina jinan di warê mafên jinan de gelek tişt hîn bûn. Li vir cara ewil navê Karl Marx û Friedrich Engels dibihîse û wan dixwîne. Paşê Zetkîn li vê derê Ossip Zetkîn nas dike û dibin dost, ku dê paşê pê re bizewice. Tevî Ossîp Zetkîn tim beşdarî civînên demokratan dibe. Tiştên Zetkînê di civînan de dibihîse, wê hêdî hêdî ber bi têkoşîneke şoreşgeriyî ev dibe. PARTIYA WÊ WEK PARTIYEK DERQANÛNÎ HAT ÎLANKIRIN Di sala 1878'an de dibistanê diqedîne. Lê di heman salê de Qanûna Sosyalîstan dikeve meriyetê û bi vê qanûnê re rayeya qedexekirina cemiyetên civakî û demokrat ên herêmî, sendîka û cemiyetên perwerdehiya karkeran dikeve destê muduriyetên polîsan. Û piştî wê dîrokê Partiya Civakî û Demokrat a Almanyayê ku Zetkînê piştevaniya wê dikir wek partiyeke derqanûnî hat îlankirin û hemû weşanên wê hatin qedexekirin. Di vê demê de Zetkîn, li cem xwediyê çîftlikeke nêzî Leîpzîgê bi murebiyetiyê (perwerdekarî) debara xwe dike û her wiha tim beşadrî xebatên derqanûnî yên partiyê dibe. AXAFTINA WÊ YA BI SERNAVÊ 'RIZGARIYA JINÊ' Zetkîn, dema li Parîsê li sirgûnê bû tim bi tevgerên karkeran ên alman û frasiz re eleqedar dibû. Di vê demê de pirsên "Di civaka sosyalîst de cihê jinê li kuderê ye?" û "Mirov çawa dikare jinên sosyalîst hişyar bike û daxilî têkoşîn bike?" pirsîn. Taliyê Zetkînê, li Kongreya Rizgariyê ya II'yemîn Enternasyonalê ya li Parîsê, li pêşberî girseyeke qelebalix axivî. Zetkîn axafina xwe ya bi sernavê "Rizgariya Jinê" kir û di wê axaftinê de wiha got: "Divê sosyalîst zanibin ku; di geşedanên aboyî yên roja me de jin mecbûr in bixebitin... Beriya her tiştî divê sosyalîst zanibin ku, pêgirtina aboriyê an jî serbixweyiya wê, koletiyeke civakiyî an jî eleqedarî azadiy ye." PÊŞNIYARA WÊ YA 8'Ê ADARÊ Zetkîn, di 26-27'ê Tebaxa 1910'an de li bajarê Kopenhagê yê Danîmarkayê beşdarî civîna jinan a II'yemîn Enternasyonalê bû. Di vê civînê de ji bo bîranîna 129 jinên karker ên di 8'ê Adara 1857'an de di şewta fabrîkaya tekstîlê de jiyana xwe ji dest dan, pêşniyar kir ku divê 8'ê Adarê wek "Roja Jinên Cîhanê" bê pîrozkirin û ev pêşniyara wê bi dengekî mezin hat qebûlkirin. Zetkîn, tevî hevala xwe ya ji Partiya Demokrata Civakî ya Almanyayê, Rosa Luxemburgê yek ji wan jinên pêşengê çepgiriya radîkal a şoreşgeriyî ye. Di nîqaşa revîzyonîzmê de tevî Luxemburgê, teorîsyen Eduard Bernstein rexne kir. JI BER DAXWAZA AŞTIYÊ KIR HAT GIRTIN Zetkîn, di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de tevî Karl Liebknecht, Rosa Luxemburg û siyasetmedarên SDP'ê yên bibandor li dijî polîtîkaya Burfgrîeden a partyê derket ku di vê polîtîkayê de dihat gotin ku di dema şer de grev nayê kirin, şer û hikûmet nayê rexnekirin û peymaneke aştiyê ya demborî nayê çêkirin. Zetkîn di dema şer sala 1915'an de li Almanyayê bi awayekî îllegal bi sernavê "Dev ji şer berdin" manîfestoyek weşand û ji ber "Hewldana xiyaneta wleat" hat girtin. Piştî hat berdan, Zetkînê dubare têkoşîna xwe domand û ji aliyê rêveberiya partiyê ve bû redaktorê kovara "Wekheviyê" ku 25 salan di vê kovarê de nivîs nivîsandin. LI DIJÎ SOSYALÎZMA NASYONEL BANGA ŞER Zetkîn a 60 salî dest bi lêgerînên nû kir. Wek sernamzeta Partiya Komunist a Almanyayê (KPD) hat nîşan dan û di 1920-1933'yan de li Reichstagê temsîliyeta partiyê kir. Di sala 1920'î de li ser "Pirsgirêka jinê" bi Lenîn re hevdîtinek çêkir. Di 1932'ayan de banga şerê li dijî sosyalîzma nasyonel kir. Di navbera salên 1929-1931'ê de bi piranî li Yekîtiya Sovyetê ma. Piştî Adolf Hîtler KPD'ê qedexe kir, Clara Zetkîn derbasî Yekîtiya Sovyetê bû û li Moskowayê ji ber qeyrana dilî di 20'ê Hezîrana 1933'yan de jiyana xwe ji dest da û li wir hat definkirin.