Qeyûman 52 saziyên jinan girtin 2017-03-02 09:23:36 AMED - Li herêmê qeyûmên tayînî şaaredariyên DBP'î hatin kirin, heta niha 52 saziyên jinan girtin. Qeyûmên tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin, heta niha 52 saziyên jinan qefilandine. Îcreatên qeyûman ên ewil ew bû ku jinên li gerînendetiyên polîtîkayên jinan dixebitin ji peywirê dûr xist û li şûna wan mêr tayîn kirin. Piraniya navendên jinan ên girêdayî şaredariyê hatin girtin û xebatkarên wan jî ji kar hatin derxistin. LI HERÊMÊ BI SALAN DIXEBITÎN Li herêmê pêşî xebatên Kongreya Jinên Azad (KJA) hatin rawestandin. KJA, ji bo li her qadên jiyanê vîna jinê bide der hevserokatî, kota û kooperatîfên jinan derxit holê û xwegihand bi hezaran jînî û her wiha di çarçoveya nîqajên zanista jinê Jîneolojiyê de gelek tiştên girîng derxistin holê. Her wiha Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ku xwedî paşerojek 12 salan bû, ji bo li dijî cudatî û şideta li hemberî jinê bitêkoşe hat avakirin. Komeleya Jinê ya Cerenê ku di sala 2008'an de hat avakirin, li Amedê Hêwirgehên Jinan, Navendên Şêwirmendiyê çêkirin û her wiha bi saya wê 17 jin bûn xwedî mal. FEALIYETÊN WAN HATIN RAWESTANDIN Li gor daneyên DBP'ê 52 saziyên fealiyetên wan hatin rawestandin hin jê ev in: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: DİKASUM Peyas: EKİN CEREN Sûr: NAVENDA ŞÊWIRMENDIYA JINÊ YA AMÎDAYÊ-Hat girtin. Yenîşehîr: NAVENDA JINÊ YA ROZAYÊ Bismil: NAVENDA JINÊ YA NÛJÎNÊ Licê: NAVENDA JINÊ YA NUJIYANÊ Farqîn: NAVENDA JINÊ YA MEYAYÊ-Hat girtin. Hênê: NAVENDA JINÊ Pasûr: NAVENDA JINÊ YA ZOZAN ERENÊ-Hat girtin. Şırnex: NAVENDA JINÊ YA ZAHÎDEYÊ Silopiya: NAVENDA JINÊ YA VIYANÊ-Hat girtin. Cizîr: NAVENDA JINÊ YA STIYA ZÎNÊ-Hat girtin. Êlih: NAVENDA JINÊ YA SELÎSÊ-Hat girtin. Bedlîs: NAVENDA ŞÊWIRMENDIYA JINÊ YA DÎLANÊ Mêrdîn: NAVENDA JINÊ YA ARÎNÊ Qoser: NAVENDA JINÊ YA NÛDAYÊ Nisêbîn: NAVENDA JINÊ YA GILŞÎKAVÊ Dêrik: NAVENDA JINÊ YA PELJÎNÊ Kerboran: NAVENDA JINÊ YA ÇÎÇEKÊ-Hat girtin. Şemrex: NAVENDA JINÊ YA REWŞENÊ-Hat girtin. Xelfetî: NAVENDA JINÊ YA SARAYÊ Wêranşar: NAVENDA JINÊ YA BERJÎN AMARAYÊ Wan: NAVENDA JIYANÊ YA JINÊ YA ROJİNÊ Rêya Hevrîşimê: NAVENDA JINÊ YA JIYANÊ Erdîş: MALA PIŞTEVANIYA JINÊ YA ERDÎŞÊ- Hat girtin. Artemêtan: Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan-Hat girtin. Serayê: NAVENDA JINÊ YA SERAYÊ Colemêrg: NAVENDA JINÊ YA BINEVŞÊ Çelê: NAVENDA JINÊ YA BERVARÊ Şemzînan: NAVENDA JINÊ YA NÛJÎNÊ Gimgim: NAVENDA JINÊ YA SAVÛŞKAYÊ Dersim: NAVENDA JINÊ YA YA JIYANÊ Bazîd: NAVENDA JINÊ YA SEMA YUCEYÊ Sêrt: NAVENDA JINÊ YA BERFÎNÊ (Bi gerînendetiya çandê ve hat girêdan û gerînendeyekî mêr hat tayînkirin) Akdenîz: NAVENDA JINÊ YA ÎŞTARÊ-Hat girtin. Li gel girtina navendên jinan malên hêwirgehê yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Akdenîzê jî hatin girtin. Li Wanê jî xebatên kreş, klînîk û malên jinan hatin rawestandin. Her wiha li Êlihê jî kompleksa sporê ya jinê hat girtin.