Jinên dersimî dibêjin 'Nê' 2017-03-03 09:07:22 DERSIM - Jinên Dersimî diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bi kirmanckî bêjin "Nê" Li Dersimê, hemû welatî li dijî pergala yekzilamiyê dertên. Jinên Dersimî têkildarî referandûmê nêrînên xwe vegotin û diyar kirin ku ew ê bi zaravayê xwe kirmanckî bibêjin "Nê". ‘JI BO AŞTÎ Û XWIŞK-BIRATIYÊ EM Ê BIBÊJIN 'NA'' Nişteciha Taxa Munzûrê Neziye Oksuz, got ji ber ew li dijî pergala serokatiyê û şideta jinê ne, ew ê bibêjin "Na". Oksuz pirsa "Çima Na?"yê jî wiha bersivand: "Ji bo aştî, xwişk-biratiyê, ji bo mirov nemirin, ciwan û leşker nemirin em dibêjin 'Na'. Em wek jinên elewî dibêjin; bila şer çênebe, mirov nemirin, ciwan nemirin û aştî pêk bê." Oksuz wiha domand: "Em dersimî ne, çima em ê bibêjin 'Erê'? Divê em di rêça zimanê xwe de bin. Divê em dev ji çanda xwe bernedin. Ciwanên me, me dikujin. Em ê çawa bibêjin 'Erê'. Êdî bes e, ewqas ciwanên me kuştin. Ji 38'an heta niha me qetilkirin. Êdî bes e! Em dibêjin 'Na'." Jina bi navê Beser Coşkun jî wiha got: "Em dibêjin 'Na'. Nêrîna me ev e. Nêrîna gelê Dersimê ev e." ‘DIVÊ EM JIN PIŞTA HEV BIGIRIN Û BIBÊJIN 'NA'' Emoş Kutan jî wiha axivî: "Em dibêjin 'Na'. Gelê Dersimê bê kar û betal e. Hejar e, birçî û tî ye. Di kirê de dimînin, em nikarin kirêyên xwe bidin. Êdî Erdogan em qedandin. Yê di kirê de ye û zarokên wan hene, ji birçînan dimirin. Kîsek arvan 85 TL ye. Hêla xwe dewlemend kir. Yên feqîr jî feqîrtir kir. Li malê 15 kes hene, dê çawa debara xwe bikin? Karê tu kesî tune ye. Gund jî vala kirin. Qene li gundan heywan hebûn an jî bi hilberînê debar dihat kirin, niha ew jî tune ne. Dê niha çi bixwin. Mirov nikarin kar bikin. Wek jinên dersimî divê em pişta hev bigirin. Hêz û qawetê bidin hevdu û bibêjin 'Na'." ‘JI BER MAMOSTE Û KARMED JI KAR AVÊTIN 'NA'' Jina bi navê Elif Yildirim jî, diyar kir ku ew ê bi taybetî kedkarên cemaweriyê yên bi KHK'yan hatin îxrackirin bînin bîra xwe û wisa biçin ser sindoqan. Yildim wiha axivî: "Mamoste, karmedn ji kar derxistin. Hemû birçî û tî ne. Ew me naxwazin, em jî wan naxwazin. Ji ber vê em dibêjin 'Na'." Gizem Yamaç jî wiha axivî: "Em ê jin bibêjin 'Na'. Ji bo vê pergalê qethiyen em nikarin bêjin 'Erê'. Heke em bên ser sedemên xwe yên 'Na'yê; Erdogan hikûmeta AKP'ê xistiye bin destê cwe û ketiye rewşa îktîdarê. Paşê jî dê di ser vê klîka îktîdarê re dewletê têxe bin banê xwe yê yekzilamî." Yamaç, diyar kir ku dema ew li pêvajoya giştî dinihêrin li Cizîr, Nisêbîn û gelek deverên din komkujî pêk hatine û wiha domand: "Me nikaribû li van deran cenazeyên xwe wergire, cenazeyê Dayika Taybetê demek dirêj li nav kuçeyê ma. Me gelek caran dît, extiyar û zarokên ji bo nan bikirin derketin der ve hatin kuştin. Ez jî wek jineke dersimî dibêjim 'Na'." ‘EM Ê LI DIJÎ HEMÛ NEHEQIYAN JI BO 'NA'YÊ BANG LI HER KESÎ BIKIN' Yamaç, dest nîşan kir ku li Dersimê ne tenê jinên partiyên siyasî, divê hemû jin ji bo "Na"yê bixebitin û got, taliya talî dê pergala serokatiyê bandorê li her kesî bike. Yamaç wiha axivî: "Heke careke din em dixwazin rastî van qirkirina, qetlîaman neyê, divê em bibêjin 'Na'. Bi taybetî divê yekîtî û bihevrebûna jinan hebe û bi awayekî yekpare divê empratîka wê nîşan bidin. Ji ber vê yekê, em bang hemû jinan dikin, da li dijî vê pergala ku xwe spartiye hemû neheqiyan em bibêjin 'Na'."