Zilamê jina ducanî pêhn kir tahliye bû 2017-03-03 14:03:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşkar Davut Kahraman ê li Turgutluyê jina 4 meh ducanî Ebru Kaya Tirelî ku li parkê spor dikir pênh kir tahliye bû. Êrîşkar Davut Kahraman ê li navçeya Turgutlu ya Manîsa jina 4 meh ducanî Ebru Kaya Tirelî ya 32 salî ku li parkê spor dikir pênh kir tahliye bû. Hat zanîn ku Davut Kahraman li heman herêmê li dijî N.Ç. jî êrîşa zayendî pêk anî û heta 26.5 salan der barê wî de cezayê hepsê dihat xwestin. Rûniştina doza Davut Kahraman îro berdewam kir. Heyeta dadgehê der barê Kahraman de bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da û ew tahiye kir.