Jinan destûr neda 8’ê Adarê bê astengkirin 2017-03-03 16:22:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran jin çalakiyên xwe yên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê didomînin. Jinên ku destûr nedan Walîtiya Stenbolê bi hinceta “ewlehiyê” mîtînga Bakirkoyê asteng bike gotin “Em bêdeng nabin û narûnin em ê biryara xwe bidin.” MÊRDİN Platforma Jinên Mêrsînê bi minasebata 8’ê Adarê panela bi navê “Ji kesên êrîşî destkeftiyên jinan dikin re Na” li darxistin. Meclîsa Platforma Jinan a KESK’a Mêrdînê, endamên jin ên TBB’ê, Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Mêrdînê, meclîsên jinan ên HDP, CHP û DBP’ê tevlî panela li avahiya KESK’ê hat li darxistin bûn. Beriya panele Platforma Jinên Mêrdînê deklarasyonek weşand. Deklarasyon ji aliyê endama Platforma Jinên KESK’a Mêrdînê Gulîzar Îpek ve hat xwendin. Îpek, da zanîn ku li vî welatê ku jin tên qetilkirin, rastî şîdetê tê ji nedîtî ve tên divê xwedî li nasnameya jinan bê derketin û wiha got: “Em wekî jinên Mêrdînê dibêjin ku; Ev qanûna bingehîn a ji me nehatiye pirsîn û anîn de ji kîjan pirsgirêkên em re bibe çareserî? Berovajî wê dê destkeftî û jiyana me radestî zilamekê bê kirin. Em wekî jin ji bo xwedî li hev û jiyana hev derkevin dibêjin Na.” Piştî daxuyaniyê jinan bi zimanê kurdî, tirkî, erebî û suryanî dirûşmeya “ ji referandumê re Na” berzkirin. Piştre Îpek panel abi navê “Dîroka têkoşîna azadiya jinan” û dîroka 8’ê Adarê, xebatkara TJA’yê Ayşe Gokkan “Destkeftiyên têkoşîna azadiyê ya jinan, sedemên êrîşên li dijî van destkeftiyan û dê li dijî êrîşan têkoşînek çawa bê meşandin” akademîsyen Esra Mungan jî “Di çarçoveya perspektîfa dîroka têkoşîna azadiya jinan de wateya qanûna bingehîn a pêşkêşî referandumê hatiye kirin û jin, di referandumê de çima dibêjin Na” pêşkêşkirin. STENBOL Platforma 8’ê Adarê ya Stenbolê, diyar kir ku wan têkoşîna li dijî qedexeya walî ya bi hinceta “ewlehiyê” ji bo pîrozbahiyên wan a 5’ê Adarê qezenckirine. Di civîna ku li Odeya Endezyarên Derdorê hat lidarxistin de endama platformê Fîdan Ataselîm daxuyanî xwend. Ataselîm, da zanîn ku Walîtiya Stenbolê hewl da ku mîtînga wan a 5’ê Adarê ku ji bo 8’ê Adarê dê li darbixin asteng bike û wiha got: “Walî got hûn dikarin li cihek girtî pêk bînin. Em hewldanên wan ên qedexekirina kolanên me yên ku me ji bo azadî, maf, hebûn, ked û parastina xwe tejî dikirin nayê qebûlkirin. Li dijî pergala ku dixwaze me hepsî malê bike wekî her carê em ê di 8’ê Adarê de li kolanan bin. Em bêdeng nabin û narûnin em ê biryara xwe bidin. Em bang li hemû jinan dikin k udi 5’ê Adarê de li Qada Bakirkoyê kom bibin. Em ê li dijî rejîma zilamekê ku dibêje ‘hemû rayeyan bidin destê min’ li kolanan bin.” ENQERE Jinên endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cewameriyê (KESK) bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkera kirin. Civîna çapemeniyê li Navenda Giştî ya KESK'ê hat lidarxistin û Endama MYK a KESK'ê Fatma Çetîntaş wiha got: "8'ê Adara ku di encama berxwedan û îsyanekî dîrokî de gerdûnî bûye fêrî redkirina qadên ku feraseta desthilatdar a zilam ji bo qedexe kiriye." Çetîntaş anî ziman ku di pêvajoya ku feraseta desthilatdar a zilam evqas êrîşî hebûn û keda jinan dike de ew wekî jinên KESK'î jiyanên tekperest ên ku bi OHAL û KHK'an ve li ser jinan tê ferzkirin red dikin, îtiraz dikin. Çetîntaş got ku jinên KESK'î dê di 8'ê Adarê de li dijî tekperestî, zayendperestî û faşîzmê îtiraza xwe bînin ziman û li dijî rejîma dîktatoriyê bibêjin "Na". Bernameya jinên endamên KESK'ê ne ya bi şîra "Li dijî tarîtiyê Na! Em di ronahiya 8'ê Adarê de tên cem hev" wiha ye: * Em ê hefteyekî li dijî kesên ku me ji kargehan û jiyana cewariyê dixwazin bavêjin kokartên "em naçin li her derê" li paşila xwe bikin. Bi panel, hevdîtin, mîtîngan em ê bi jinan re piştevaniyê xurtir bikin. * Di 4'ê adarê de bi şîara "Em nehiqûqiya OHAL'ê, KHK, îxracan qebûl nakin, xwedî li ewlehiya xwe ya kar derdikevin" li hemû bajaran çalakiyên rûniştinê li dar bixin. * Di 6'ê Adarê de em ê ji jinên girtî re kart bişînin û li ber pastexaneyan daxuyaniyê bidin. * Di 6'ê Adarê de êvarê bi çalaya çapemeniya civakî ya "Bibêje Na bila jin bi ser kevin" ve bang dikin ku hemû jin bi referandûmê rejîma yek zilam a ku li ser me tê ferskirin gotinên xwe bibêjin. * Em di 8'ê Adarê de dengê ku li hemû cihanê bilind bibe li ber derê kargehên xwe, kolanan bi gotina "Em li her derê ne" deng didin. Em ê daxwaza xwe ya "bila 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî" xwedî li jiyan, ewlehiya xwe ya kar û pêşeroja xwe derdikevin Herû dawî jinên KESK'î bang li hemû jinan kirin xwestin li her derê ku îsyana jinan mezin dibe qêrina xwe bilind bikin piştevaniyê xurt bikin. RIHA Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jinên HDP, DBP û TJA'yê di çarçoveya pîzorbahiyên 8’ê Adarê de qerenfîl belav kirin. Jinên ku li ber avahiya DBP’ê ya navçeye kom bûn destpêkê bi armanca piştevaniyê ji jinên girtî re qert şandin. Piştre jin bi tevlîbûna Parlanetera HDP’ê ya Rihaê Dîlek Ocalan li navenda navçeyê geriyan û qerenfîl li jinên Serêkaniyê belav kirin û roja wan pîroz kirin. ÎZMÎR Li Îzmîrê jî bi boneya 8’ê Adarê li avahiya HDP’ê ya Bornovayê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de Rêvebera HDP’ê ya Bajar Gul Turga, axivî. Turga, dîroka 8’ê Adarê vegot û balkişand ser girîngiya 8’ê Adara îsal. Piştî axaftinên hatin kirin jin yek bi yek rabûn û nêrînên xwe yên derbarê 8’ê Adarê de anîn ziman. Çalaki bi pêşkêşkirina sînevîzyona berxwedana jinan nîşan dide bi dawî bû.